ئارامتر بخوێنەوە!

Hiqûqa Navneteweyî,
Astengî an Derfet?

Sabir Ebdulahîzad

 

Hiqûqa Navneteweyî weke yek ji hêmanên dîyarkerê darişteya têkilîyên naveneweyî, di nava xwe da gelek rêgez û rêzikan dihewîne û xwedî hin taybetmendîyan e ku dikare di nêrîna yekemîn da ji bo gelên bindest weke derfet bê şîrovekirin. Lê dema mirov bi berçavka wan gelan û bi hûrgilî li hiqûqa navneteweyî dinêre, digehe vê encamê ku ev hêman bi hemî alavên xwe yên hiqûqî û sîyasî nikare û naxwaze li beranberî hêzên sîyasî bisekine û desthilata wan sînordar bike. Her wisa mirov digehe vê encamê ku hêmaneke dewletparêz e û tu caran heyîna dewletê nake qurbana bendewarîyên bindestan. Li ser vê esasê jî naskirina hiqûqa navneteweyî bi lêkolîneke kurt li ser dîrok, xalên werçerxanê, taybetmendî û rêgez û rêzikên bingehîn dikare bersiva gelek pirsên têkildarî sernavê nivîsarê zelal bike.

Aştîya Westfalîyayê û Avabûna Dewletê[1]

Dabeşbûna ola kirîstîyanîyê li ser du beşên Katolîk û Protistanan (destpêka sedsala 16-an), rê li ber şerekî dijwar xweş kir ku sala 1618-an dest pê bû, û sih salan berdewam kir.[2] Piştî demeke kurt ji destpêbûna şerî armancên olî cihê xwe dane sepandina serdestîya sîyasî û leşkerî, û di encamê da jî nêzî nîvê parzemîna Ewropayê di nava agirê şer da sot û wêran bû.

Gelek kesan bi sedema şer û gelek yên din jî bi sedema xizanî, kulb û xela û nexweşîyan canê xwe ji dest dan. Piştî wan hemî bobelatan, aştîhezan hewlên xwe ji bo gehiştin bi aşitîyeke mayinde gur kirin da ku bikaribin alîyên şer bo ser maseya lihevhatineke giştalî rakêşin û pêşîya berbelavbûna zêdetir a karesatan bigirin. Herî dawî sala 1648-an wan hewl û têkoşînan berhem dan û layenên şer bi wajokirina du peymanên Mûnister[3] û Osnabrûkê[4] ji alîyekê dawî bi şerên sihsalî anîn û ji alîyeke din ve jî xîmê pergaleke nû ya sîyasî-hiqûqî danîn.

Peymanên Westfalîyayê[5] yekem peymanên çendalî yên navneteweyî ne ku ji bo dabînkirina aşitîyê hatîne girêdan. Lê hevdem li gel wê çendê ku aştî misoger kirin, meydan jî ji bo têkçûna Împaratorîyan xweş kirin, ev heyîna sîyasî ku bi hezaran salan karîbû di têkelîyên herêmî û navneteweyî da weke kirdeyê sereke cih bigire. Împaratorî bi wê peymanê rastî derbeke hilweşîner hatin û çend sedsal şûnda, di bin bandora pergala nû ya sîyasî bi temamî ji holê rabûn û cihê xwe dane heyîneke din.

Yek ji encamên wan peymanan jidayîkbûna kîyana “Dewletê”[6] bû. Helbet ev nayê vê wateyê ku berîya sala 1648-an tu kîyaneke sîyasî ya weku dewletê di dinyayê da nebûye; lê belê mirov dikare bêje ku dewlet bi wateya îroyîn wê salê û bi rêya wan peymanan hatîye avakirin û ji vê rojê ve heya îro têkelîyên wan bi rêya hiqûqa navneteweyî hatîne rêkûpêkkirin.

Serwerîya Westfalîyayî, Rêgez û Kirde

Li gor peymana Westfalîyayê layenên şer[7] pêbendîya xwe bi rêzgirtina ji “Rêgeza Yekparebûna Axê”[8] ragihandin û “Rêgeza Qedexeya Destêwerdanê”[9] û herwisa “Rêgeza Wekhevîya Serwerîya Dewletan”[10]di kar û barên xwe bingeh girtin. Ev rêgez bûne binemaya sînornasîya sîyasî; anku heya wê demê sînoreke hêldîyar û naskirî di navbera kîyanên sîyasî da nehatibû pênasekirin. Ku sînoreke dîyarkirî heba jî, tu rêkeftineke du an çendalî ya navneteweyî cih nedabû misogerkirina parastina wî sinorî.

Di bin bandora Peymana Westfalîyayê da êdî pergala navneteweyî hebûna kîyaneke weku împaratorîyan di nav xwe da qebûl nedikir. Girîngtirîn împaratorîyên ku di nava xerîteya Ewropayê da cih digirtin, Împaratorîya Pîroz a Romê, Împaratorîya Osmanî, Împaratorîya Polonyayê û Împaratorîya Swêdê bûn ku her weku me amaje pê kir, piştî bifermînasîna dewletê hêdî-hêdî hilweşîyan, û tevlî dîrokê bûn.

Berevajî dewletan ku li ser rûpelên lihevhatinan sînor weke serxêza destpêbûna serwerîyê qebûl kirin, taybetmendîya serekî ya wan Împaratorîyan bingehgirtina rêgeza şer di têkelîyên navneteweyî da bû. Li ser vê esasê jî kengî berjewendîyeke wan çêbiba an berjewendîyeke wan ketiba jêr gef û xetereyan, şer weku rêçareya destpêkê ji bo parastina berjewendîyên xwe bikar dianîn.

Peymana Westfalîyayê bi pênasekirineke hişk a têgeha “Serwerîyê”  ku îro rojê weke “Serwerîya Westfalîyayî”[11] tê binavkirin, rê li ber guherîneke mezin di têkelîyên navnetewî da xweş kir ku ew jî bingehgirtina rêgeza aşitîyê bû li dewsa rêgeza şer. Civaka navdewletî hêdî-hêdî gehişte vê encamê ku parastina sînoran tenê bi rêya aştîyê dê were mîsogerkirin. Lê dîsa jî gelek dem derbaz bû heya ku rêgeza şer cihê xwe da rêgeza aşitîyê.

Ji 1648-an heya sala 1919-an gelek lihevhatin û peymanên navneteweyî hatine girêdan. Tu ji wan peymanan nekarîn şer qedexe bikin. “Peymannameyên Aşitîyê yên Laheyê”[12] hin alavên pêşîgir yên weku navbijîwankarîyê pêşnîyar kirin û bikaranîna şer tenê ji bo wergirtina deynan qedexe kir. Bendewarîyeke xurt ji alîyê hiqûqnasan ve hebû ku “Peymannameya Civaka Netewan”[13] şer bi awayekî rasterast qedexe bike, lê tenê karî ku bikaranîna hêza leşkerî girêdayî hin şert û mercên dîyar bike.[14] Cara yekem û bi rêya “Rêkeftina Kellogg–Briandê”[15] bû ku rêgeza “Qedexeya Bikaranîna Hêzê”[16] di têkelîyên navneteweyî da bingeh hat girtin.[17] Nêzî du dehsalan şûnda darêjerên “Çarteya Netewên Yekbûyî”[18] jî ev qedexe dubare kirin û heya roja îro jî têkelîyên navneteweyî li ser bingeha wan rêgezê tên û kirdeyên serekî ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da tên naskirin jî dewlet in.

Rêxistina Netewên Yekbûyî[19] û Parastina Serdestîyê

Girîngtirîn armanca Rêxistina Netewên Yekbûyî dabînkirin û parastina aştî û ewlehîya navneteweyî bû.[20] Vê rêxistinê gişt rêgezên ku me li jor amaje pê kirin pejirand û di nava çarte, biryarname û peymannameyên girêdêr da bi cih kir. Di rastî da avabûna Rêxistina Netewên Yekbûyî ji bo dagîrker û serdestan derfeteke zêrîn afirand. Wan bi sûdgirtin ji rêgezan navborî serwerîya xwe bi dilê xwe meşandin û her awayê rêkarên dijhiqûqî û nemirovane li dijî gelên blindest û kêmîneyan ceriband da ku bikaribin tevgerên rizgarîxwaz tepeser bikin.

Bêguman ji roja damezrandina Rêxistina Netewên Yekbûyê heya îro dagîrkerên kurdistanê jî ji bo tunekirina gelê Kurd hemî rêkarên hovane û dijhiqûqî bikar anîne ku aşkera an veşartî çavkanîya xwe ji hêman û rêgezên Serwerîya Westfalîyayî û Netewên Yekbûyê girtine. Ev jî tê vê wateyê ku Netewên Yekbûyî di avabûn û berdewamîya kar û xebatên xwe da tenê parastina serdestîyê esas girtîye, û dewlet jî bi zanebûn wan taybetmendîyan di berjewendîya xwe da bikar tînin.

Hiqûqa Navneteweyî û Hûrderfetên[21] Bindestan[22]

Di çarçoveya rêzikên hiqûqa navnetewî da hin hûrderfet ji bo gelên bindest hatîne destnîşankirin ku dikarin di şert û mercên dîyar da wan hûrderfetan ji bo parastina heyînên xwe yên sîyasî, medenî, aborî, çandî û …hwd bikar bînin. Ew maf piranî weke mafên kêmîneyan tên binavkirin. Di nava wan mafan da jî ji hemûyan girîngtir “Mafê Gelan ji bo Dîyarkirina Çarenivîsê”[23] ye ku herwisa weke rêgezeke mafên mirovan jî tê naskirin.

Ev rêgez ne berhema Netewên Yekbûyî; lêbelê berhema Civaka Netewan e ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem ji bo rizgarîya gelên di jêr desthilatdarîya Împaratorîyên Osmanî û Nemsayê da esas hatibû girtin. Mixabin ji ber gelek sedemên taybet gelê Kurd nekarî wê derfetê bikar bîne û serbixwebûna xwe ragehîne. Piştî Şerê Cîhanî yê Dumeyîn û bitaybet di dehsalên 50-an û 60-an da jî vejînek nû di bikaranîna wî mafî da çêbû, û ew maf li dijî hêzên mêtînger hate bikaranîn. Di encama vê sûdgirtinê da jî gelek welatên nû serxwebûna xwe ragihandin, lê dîsa Kurdan nekarîn ji ber zext û zorên bêsînor xwe bibizivin û encamekê bidest bixin.

Gelek belgenameyên navneteweyî amajê bi vî mafî dikin û li kêleka vî mafî gelek mafên din hene ku di çarçoveya peyman, peymanname û biryarnameyên navneteweyî da amaje bi wan hatîye kirin, lê tu ji wan mafan bêyî hebûna rezamendî an neçarmayîna dewletan nahên cîbicîkirin. Daneyên heyî nîşan dane ku çavdêrîya navneteweyî û raya giştî ya cîhanî jî nikare bandoreke erênî li ser asta cîbicîkirina wan mafan ji alîyê dewletê ve bike.

Encam

Li gor peymannameyên navneteweyî dewlet kirdeyê sereke yê hiqûqa navneteweyî ye, û ji sînornasîya sîyasî û bingehgirtina aşitîyê weke makerêgez bigire heya rêgezên binema yên din ku di hiqûqa navneteweyî da cih digirin, hemî ji bo birêkûpêkkirina têkelîyên dewletan hatîne dariştin. Lê di rastî da asta rêzdarîya dewletê li beranber wan binemayan hertim girêdayî hêza wan bûye. Ew jî tê vê wateyê ku dewlet di têkelîyên xwe yên navneteweyî da zêde girêdayî rêzikên hiqûqî namînin û li gor şet û mercan bertekên cuda nîşan didin.

Herwisa hêza dewletê di têkelîyên xwe yên navxweyî da jî li ser bingeha serwerîya westfalîyayî û hêmanên vê serwerîyê û li gor hêz û hêzdarîya xwe nêzîk dibe û bi her awayî bizavên gelên bindest ku li dijî serwerîyê pêk tên, tepeser dike.

Ne Civaka Netewan û ne jî Rêxistina Netewên Yekbûyî nekarîne cîbicîkirina mafên kîmîneyan mîsoger bikin, û rêkarên guncaw û bicî ji bo parastina wan mafan darêjin. Berevajî vê çendê jî hemî heyînên xwe ji bo parastina dewletê bikar anîne. Qedexekirina bikaranîna şer weke rêçareyeke sîyasî û parastina aştî û ewlehîya navneteweyî jî, tenê di têkelîyên di navbera dewletan da derbasdar in û hiqûqa navnetewî nekarîye tenê pêngaveke bihêz û şênber ji bo birêkûpêkkirina têkelîyên dewletan û bindestên (kîmîne) wan bavêje.

Ev mafên ku ji bo kîmîne û bindestan hatîne berçavgirtin jî, tenê di nava deqên belgenameyên navneteweyî da êxsîr mane, û ew jî tê vê wateyê ku gelên bindest û bitaybet gelê kurd pêwîst e, an bi hêza xwe (sîyasî, leşkerî, aborî û …hwd.) derfetekê ji bo dîyarkirina çarenivîsa xwe biafirîne, an jî bi çavên vekirî li benda derfetek derveyî be, ji ber ku dilxweşkirina bi rêgezên hiqûqa navneteweyî tenê xwe xapandin e, û ezmûna Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê nîşan dide ku ew hiqûq wê tu carî nebe rêxweşkerê çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd û  rizgarîya wan.

[1] Peace of Westphalia

[2] Thirty Years’ War

[3] Münster

[4] Osnabrück

[5] The Treaty of Westphalia;

Her çiqas ku di rastî da du peymanên cuda li du bajarên cuda hatibûn wajo kirin lê ev peyman ji ber ku di naveroka xwe da yek bûn, di zimanê Înilîzî da weke yeljimar tê bikaranîn.

[6] State;

Dewletên Swîsre û Holanda, Fransa, Spanîya û Portoqal di çarçoveya Peymana Westfalîyayê da weke welatên serbixwe hatine naskirin û desttêwerdana papayî di karûbarên wan welatan da hate qedexe kirin. Wan dewletan karî bi sere xwe karûbarên xwe yên navxweyî û navneteweyî bi rêve biben. Rêgeza serxwebûna sîyasî û olî hete pejirandin. Rêgeza wekhewîya dewletan jî di têkelîyên navneteweyî da bingeh hat girtin.

[7] Împaratorîya Pîroz a Romê, Împaratorîya Swêdê, Împaratorîya Spanyayê, şehenşahîya Firansayê û Komara Holandayê hêzên serekî bûn ku di şerên sihsalî li hember hev sekinîbûn. Di nava welatên Ewropî yên vê serdemê da tenê Birîtanîya û Polonîya beşdarî şerên sîsalî nebûn.

[8] The Principle of Territorial Integrity

[9] The Principle of Non-Intervention;

Ji ber ku nivîskar li ser vê bawerê ye ku di vê rêgezê da qedexeyeke hiqûqî heye, ji têgeha “Qedexe”yê sûd girtîye.

[10] The Principle of Sovereign Equality of States

[11] Westphalian Sovereignty

[12] Hague Conventions of 1899 and 1907.

[13] The Covenant of the League of Nations

[14] Xalên 12,13 û 15.

[15] Kellogg–Briand Pact (1929)

Ev peyman her wisa weke “General Treaty for Renunciation of War as an Instrument of National Policy” jî tê naskirin.

[16] Prohibition of the Use of Force

[17] Xala 1ê.

[18] Charter of the United Nations

[19] United Nations Organization

[20] Xala 1ê ya Çarteya Netewên Yekbûyî

[21] Tu ji wan derfetên ku ji bo gelên blindest hatîne berçavgirtin li beranber astengîyên heyî ev qas bihêz û bibandor nîne ku  bikaribin ji bo guherandina rewşa bindestan rê xweşker bin. Ji be vê çendê jî nivîskar ji têgeha “Hûrderfet”ê sûd girtîye.

[22] Nivîskar bi zanebûn têgeha “Bindestan” bikar tîne, ji ber ku ne pêkan e hertim serwerî di destê piranîya da be û bi nerîna nivîskar bikaranîna têghên weke kêmîne an eqelîyet ji bo wan rewşan guncav nîne.

[23] The Right of a People To Self-Determination

error:

بەشکردن لەگەڵ هاوڕێیان