ئارامتر بخوێنەوە
Gotûbêj digel Bêhrûz Bûçanî*
Bêhrûz Bûçanî jidayîkbûyê sala 1983`an li Îlamê ye, Îlam wê demê toza şer li ser rûmetên wê rûniştibû, û Bêhrûz jî di nava wê xubarê de mezin bû, qonaxa paşnavendî li Îlamê derbas kir, û bo xwendina zankoyê çû Tehranê, û karnasiya bilind a jeopolîtîkê li zankoya Tehranê bi dawî anî. Piştre wek rojnamevan û çalakê mafê mirovan û nivîser dest bi kar kir. Li sala 2013`an hêzên ewlekariyê ên Komara Îslamî hewl didin ku navbirî destbiser bikin, ew jî bi neçarî ji Îranê derdikeve û piştî heşt mehan digihîje Ustraliyayê, û ji aliyê dewleta Ustraliyayê ve bo girava Manûs tê dûrxistin, û li wir şeş salan li kempekê ku zêdetir wek girtîgehê bû, di bin çavdêriyê de dijî. Di vê girtîgehê de serpêhatiya xwe di qalibê romanekê li jêr navê “Ti hevalek xeynî çiyayan” nivîsand, herçend ku çawaniya nivîsîna vê romanê jî ji jiyana pir ji êş û azar a nivîser ne cuda ye. Ev roman bi mobaylekê tê nivîsîn û ji bo hevalekî wî tê şandin heya ku wê wergerîne ser îngilîzî.
Romana “Ti hevalek xeynî çiyayan” hikayeta mirovekî kurd e, mirovek ku li nîştimana xwe ji mafên herî kêm jî bêpar e û li jêr siya rejîmeke totalîter dijî û civaka cîhanî jî guhê xwe li hember vê rastiyê kerr kiriye.
Bêhrûz niha li bajarê Christchurch li Niyozlendê dijî. Ew piştî azadbûna ji girtîgeha Manûs çend mijaran derbarê mafê mirovan û penaberî û … hwd di rojnameyên naskirî ên îngilîzîziman ji wan di rojnameya Gardiyan de belav kiriye.
Pirsa yekem: Parêzgehên Kirmaşan û Îlam ew herêm in ku hem navenda deshilata Hesenewiye a kurdî bûne û hevdem nîştimana jidayîkbûna ayînê Yarsan jî bûne. Hûn pêgeha vê ayînê di vê herêmê de çawa dinirxînin?
Bersiv: Peyva “Kurdistan” bixwe di serdema selcûqiyan de, û herwiha piştre di gelek çavkaniyan de, bi van herêman dihate gotin ku di çavkaniyên rojavayî de jî qala wan hatiye kirin. Bajarên Dînewer û Şarezûr wek pêkhînerên sereke ên çand û siyaseta kurdî heya dewraneke dûrûdirêj rol lîstine. Edebiyata Goranî beşeke girîng ji edebiyata kilasîk a kurdî ye ku rast di wê herêmê de dewraneke biçirûsk hebûye û heya îrorojê jî bandora wê dikare bê dîtin. Ayînê Yarsan jî rast di van herêman de çêbûye û heya çendîn sedsalan kultur û tore û bawerî û cîhanbîniya xelkê herêmê xistiye bin bandora xwe de, û hêla jî ger em lêkolîneke kûr û xelknasane li ser kultura giştî a xelkê vê herêmê bikin, em dikarin ku bandora ayînê Yarsan li ser derşi`ûra xelkê vê herêmê bibînin. Rast e ku ayînê Yarsan niha xelkekî kêmtir peyrewiyê jê dikin, lê niha jî bawerî û istûre û deb û nerîtên xelkê li jêr bandora vê ayînê de ye. Di vir de mebest ew xelk e ku em îrorojê wek kurdên şî`e wan nas dikin. Ger em bi awayekî giştî lê binêrin, Kurdistan hertim nîştimanek bûye ku li hemberî dînên tekxwedêyî li ber xwe dide, û ev berxwedaniya çi li dewrana Mîtrayîzm û Zerdeştî û çi jî li dewrana Îslamî û serhildana ayînê Yarsan peyda bûye. Ew hinda ku ez ji ayînê Yarsan fêm dikim, ew ayînek e ku hertim li ser koka çanda berxwedanê çûye pêş, lewra jî ew yek bo wî xelkê ku ji derbasbûyiya dîrokî dûr ketine û di cîhana îro de, di nav proseya asîmîlasiyonê de hêdî hêdî ji nav diçin, hebûn û bandora çand û cîhanbîniya Yarsan şans û dereta herî mezin e, û her niha jî ger em lê binêrin, nefesên herî dawî ên bibandor ên edeb û hunera kurd di nav civaka Yarsan de û yan jî piştqahîm bi çanda Yarsan e ku tê hilkişan. Di vê rewşa jinavçûna çandî û siyasî a îroyîn de pêkhînana têkiliyan bi navendên berxwedanê re di nav çanda Yarsan de wek deskevtekê tê hesibandin.
Pirsa duyem: Gelek ji çavdêr û çalakên çandî û siyasî, asîmîlasiyonê wek pirsa herî sereke li herêmên Îlam û Kirmaşanê dizanin, gelo mirov dikare ji bo wan kironolojiyekê berçv bigre?
Bersiv: Bi raya min divê ku destpêkê em pênaseyekê ji asîmîlasiyonê bikin, heya ku em bikarin di dîrokê de vê yekê destnîşan bikin ku di çi demekê de civak bi awayekî kûr daketiye. Bo gelek aliyan asîmîlasiyon tenê sînordar e bi biyavê zimanî, lê asîmîlasiyon têgeheke çendbiyavî ye, ku vêdedana ziman yan jî ji holê rakirinê wê dawî qonaxa vê proseyê ye. Asîmîlasiyon bi zimanê sade pêvajoya lawazbûna nasnameyî a civaka jêrdest li hermberî nirx û pêkhateyên civaka serdest e, û cergeyên kûr ên derûnnasane hene. Divê ku em vê pirsê bikin ku çima civakek digihîje pileyekê ku digel nirx û navendên çandî û dîrokî ên xwe bîhanî dibe û di rastî de rastî veqetiyanê tê? Ez hertim zêdetir li ser bingeha ceribandinên jiyana xwe berbirûyê asîmîlasiyonê bûme heya di warê teorîk yan akademîk de. Jiber ku di vê temenê xwe ê kurt de, ez şahid bûme ku çawa di heyama çend salan de piraniya xelkê bajarekî biryar dane ku digel zarokên xwe bi zimanê farsî biaxifin, di rastî de min dîtine ku çawa bi hezaran hezar peyvî di heyama çend salan de bo heta heta hatine jibîrkirin û di rastî ew yek mirov şok dike. Asîmîlasiyon wek lehiyekê ye ku di carekê de êrîş dike, lê nabe ji bîra mirov here ku di biyavên curbicur de çendîn dehikan berî niha di derşi`ûra civakê de dest pê kiriye. Xala destpçkê a hereketa asîmîlasiyonê vedigere ser çawaniya berbirûbûna xelkê digel modernîzmê. Bi baldan bi hêza zal ya navenda deshilatê, her navendeke modern çi hizreke siyasî be û çi jî teknolojî, destpêkê gihîştiye navenda deshilatê. Di rastî de têgihîştina me ji xalên pêkhînerê modernîzmê ji hundirê gotar û pergala siyasî ve çavkanî digre, û derşi`ûra xelkê me wiha dixe bin bandora xwe ku her çi morden e farsî ye, û her çi paşve maye kurdî ye. Eva rastiyek e ku di hişê mirovekî asîmîlebûyî de rû dide, wate rast herifîneke tewaweyar a derûnî. Pêvajoya asîmîlasiyonê berevajiyê hizirîna gelek aliyan rast ji dewrana Rizaxan û pêkhînana pergala perwerdeyî a modern dest pê nekiriye, belku vedigere bo serdema Qacaran û koçberkirina malbatên fars bo Kirmaşanê bi armanca şî`esaziyê, ku helbet di serdema Rizaxan de ev pêvajo bi awayekî sîstematîktir û bileztir ber bi pêşve çû, û piştî şoreşa 1979`an digel giştgîrbûna perwerdehiyê û hebûna ragehandinên dengî û rengî kûrtir bû, ji bîra me neçe ku yekem qurbanî bajarê Kirmaşanê bixwe bû, û piştre gihîşte bajarên din û niha jî gundan.
Pirsa sêyem: Îranê ti demekê ezmûna demokrasiyê tunebûye, gelo sed salan sîstema dîktatoriyê bandora xwe li ser proseya asîmîlasiyonê hebûye?
Bersiv: Proseya asîmîlasiyonê di bingeh de bêy sîstema dîktatorî ne form digre, û ne jî dikare wisa bi vî rengî here pêş. Ger xelk yan jî çalakên siyasî yan jî çandî ên me, bigihîjin vê rastiyê ku xewna pergal yan pêkhateya navendê jinavçûna mutelq a çand û nasnameya kurdî ye, û ne lawazkirin û yan jî vêdedana wê, em dikarin bêjin ku em pêngavekê ber bi pêş ve çûne. Ez vê yekê lewra dibêjim ku hêşta jî kesên wiha hene ku ew qas reşbînane lê nanihêrin, lê ev yek reşbînî nîne belku rastî û hewceyî ye.
Pirsa çarem: Rola zaraweya Goranî ku beşeke mezin ji edebiyata kevn a kurdî bi wê zaraweyê hatiye nivîsîn, di edebiyata Îlam û Kirmaşanê de çawa dibîne?
Bersiv: Goranî zimanê zal ê edebiyat û helbesta herêmê bûye, ku piştî sedsala heftem heya heyameke dirêj vegeşîn ceribandiye, helbet ez vê yekê jî bêjim ku têgihîştineke şaş heye ku edebiyata Goranî di vê qoaxê de şikil girtiye. Jiber ku berî vê dîrokê ji hezar û sed salan berî niha ve hindek berhem bi cih mane. Têgihîştina giştî ew e ku edebiyata kilasîk a Goranî reh û rîşeya mesebî heye, lê di rastî de em rastî edebiyatekê tên, ku reh û rîşeya ayînî-felsefî heye, û di hindek dewreyan de jî berhemên arifane û aşiqane jî xelq dibe, ku du mînakên wê “Xulamrizaxan Erkewazî” û “Seyî Yaqû Maydeştî” ne. Xaleke din a girîng ew e ku pêkhateya helbestê li edebiyata Goran dehcayî ye, û gelek cuda ye digel edebiyata farsî û soranî ku li jêr bandora pêkhateya erozî de ne. Vê pêkhateya dehcayî kariye ku bigihîje cîhana modern jî, û hêla jî em dikarin berhemên wisa bixwînin, ku di vê pêkhateyê de lê di nav rewşeke modern û bajarî de têne berhemanîn, heya cihekî ku heta helbestvanekî pêşeng wek Se`îd Banan helbestên bihêz di vî warî de hene. Renge zêdetirîn bandorek ku edebiyata kilasîk a Goran li ser cîhana wêjeyê a îro hebûye û renge heya îro jî hebe, hebûna vê pêkhateya dehcayî ye. Bi awayekî giştî em dikarin bêjin ku Goranî zimanê zal ê wêjeya kilasîk a vê herêmê bûye. Lê di dewrana modern de aram aram paşve vedikêşe, û em dibînin ku du helbestvanên mezin ên Kirmaşanê di destpêka sedsala niha wate Şamiyê Kirmaşanî û Pertow Kirmaşanî bi Kelhurî helbest gotine. Nîvê duyem ê dehika 70`î dîrokeke gelek girîng di edebiyuata kurdî li Îlam û Kirmaşanê de ne. Di vê dewreyê de tevgera helbestê form digre, ku heya niha deskevtên berçav hebûne. Di rastî de di rewşeke asîmîlebûyî de ku kurdî ber bi lêva kendalê jibîrçûnê tê paldan em dibînin ku helbesta kurdî riya xwe vedike û dibe emrazeke girîng li dijî proseya asîmîlasiyonê. Ya ku girîng e ezmûna helbestê di rewşeke bajarî û modern û di qalibên helbestê, xeyrî mînaka kilasîk a dehcayî ye, ku qalibeke sereke heya sedsalan bûye. Helbesta Kurdî hem di pêkhate û hem jî di naverokê de xwe nîşan daye, û niha jî em dibînin ku ev helbest di xizmeta xureka muzîkê de dibe. Niha ev tevger tenê sînordar nemaye bi helbestê, û ber bi aliyê pexşan û çîroknivîsiyê ve hereket dike, û eva qonaxeke nû ye ku niha di destpêka riya xwe de ye. Her di vê sala borî de koma destana “serên neteraz” ji Jiyar Cehanferd belav bû, ku mizgînîderê dewreyeke nû ji wêjeyê di vê herêmê de ye. Ev tevgera helbest û edebiyatê a di rastî de balkêş hêvîdarker e.
Pirsa pêncem: Yek ji stûnên nasnameya Îranî nasnameya şî`etiyê ye, û her wek em dizanin piraniya rûniştvanên herêmên başûrî ên Rojhilatê Kurdistanê şî`emeseb in, bi vî halî û li ser bingeha serjimêriyên me di pêncî salên borî de ew herêm di warê hejariyê de yek ji herêmên herî hejar e. Bi baldan bi vê xalê ku derbarê Îranê de tê gotin ku tirkên akinciyê Îranê bi sedema şî`ebûnê rewşa wan a aborî baştir e, bi baweriya we sedema vê ku heta şî`ebûna herêmên kurdnişîn jî sebebek bona ragirtina pêvajoya destengiya sîstematîk ji aliyê Komara Îslamî ve nebûye çi ye?
Bersiv: Di rast de ev şêwaza lênihêrîna li vê meselê û baskirin ji meseb wek meseleyekê ku ketibe qeraxê (perawêzê), eva mexlete ye, û çavkaniya wê vedigere ser gotara farsî ku dixwaze ferq û cudahiya neteweyî ret bike. Rast e ku sunî di warê mesebî de berbirûyê ferq û cudahîdanîneke zêde bûne, lê em rastî koloniyalîzma navxweyî bûne, ku bi çavê kêmtir li etnîkan dinêre. Di dewreya Pehlewî de ku aliyê kêm pergalê îdi`a dikir ku li ser bingeha vegeşandina şî`egeriyê nehatiye avakirin, lê dîsan jî Kurdistan di warê vegeşînê de paşve hatibû hêştin, eva ku çima tirk pareke zêde a vgeşînê ber wan ketiye, sedemên curbicur ên dîrokî, çandî û erdnîgarî hene, lê bi diyarîkirî derbarê Kurdistanê de esla bingehîn kurdbûn e, em ji bîr nekin ku hişmendiya navendîtiyê ku xewnek xeynî ji holê rakirina kurdan tuneye, amade nîne ku ji deskevtên xwe di warê asîmîlekirina kurdên wê herêmê dest hilgire û di odeya fikirînê a xwe de dibêje, çima em wan deskevtan bi vegeşînê bixin metirsiyê. Herçend ku ev yek rast nezanî ye, ku kesek wiha hizir bike ku nevegeşiyan riya herî rihet bo kuntrol û serkutê ye, lê ew wiha hizir dikin, ger xeyrî vê yekê bûya, bêguman wan jî bêparî bi ser kurdistanê de nedisepandin.
Pirsa şeşm: Di pêvajoya asîmîlasiyona başûrê Rojhilatê Kurdistanê rewşa jinan hûn çawa dinirxînin?
Bersiv: Yek ji cergeyên peyva asîmîlasiyonê û proseya asîmîlasiyonê behsa zayend û dijezimaniyê ye, bi awayekî eşkere rewşa gund û bajaran dijezayend e, lê ew dijezayend di rewşa ziman de cardin tê berhemanîn, bi awayekî ku van rojan di rewşa civakî de tu wisa hizir dikî ku hemiyan qebûl kiriye ku divê digel jinan bi farsî biaxifin û digel mêran bi kurdî! Bo çavdêrekî derveyî ku ceribandineke jiyankirinê di warê berbirûbûna digel asîmîlasiyonê tunebûye, eva rewşa herî neasayî ye, di demekê de ku bo xelkê ev dîmen xwezayî tê dîtin. Ev rewşa ku kurdî wek nêrîne tê pênasekirin û farsî jî jinane, tenê di civakeke mêrserdest de ku diqewime, û girêdayî mîkanîzma deshilatê ye. Bêguman ger çand û civaka kurdî mêrserdest nebû, proseya asîmîlasiyonê bi vê tundiyê kûr nedibû, yan jî ger ew bûyer qewimîba, rewşeke wiha ya pêkenok bi xwe ve nedigirt ku pirsa ziman bibe pirseke zayendî. Herçend ku eva tenê biyaveke meselê ye, û beşeke wê vedigere ser hişmendiya deshilatdarên şî`e, ku jinê tenê di rola dayîkê û perwerdeya zarokan de dibînin û bi başî jî jê re bernamerêjiyê dikin, û dizanin ku çiqas girîng e ku di proseya asîmîlasiyonê li ser jinan bisekinin, û ger serkevtî bin, di domê de û di rewşên mêrane de jî dijezimanî rû dide. Helbet vê yekê jî em bêjin ku di rastî de me hewceyî heye ku jinan cergeyên aloz ên zayend û asîmîlasiyonê şîrove bikin, ya ku min got di rastî de ew e ku min bi çav dîtiye. Bona nehêlana koloniyalîzmê di mêjiyan û rihên asîmîlebûyî de eva jin in ku divê pêşeng bin, û rewşa siyaset û ragehandin û çanda kurdî divê ku di berjewendiya jinan de vala bikin.
Pirsa heftem: Di sed salên borî de tevgera kurdî li Rojhilatê Kurdistanê hebû. Hûn pêgeha vê tevgerê di warê pêşîgirtina ji asîmîlasiyonê li herêmên başûrî ên Rojhilatê Kurdistanê çawa dinirxînin, yan rexneya we li ser vê tevgerê derheqê pirsa asîmîlasiyonê çi ye?
Bersiv: Bi awayekî dîrokî derfeteke mezin ji dest derketiye, li dewreya formgirtina tevgera kurdî li Kurdistana Mokiriyan herêma me hate jibîrkirin û qadeke bê rikeber bo vegeşandina îdeyên îranşehrî hate pêkanîn, di rastî de hizra siyasî a kurdî li heman herêma soranî hate sînordarkirin, ku piştre tevgera kurdî di tewahiya vê sedsalê de û di qonaxên curbicur ên dîrokî de nirxa wê bi awayên curbicur daye, û hêla jî ev herêm ji nebûna hizra siyasî êş û azarê dikşîne. Renge ger wê serdemê hewleke herî kêm bona pêkhînana rêkxistineke siyasî li wê herêmê hatiba dan, îrorojê me dikarî aliyê kêm bi vegeriyana bo guman û ferziye (Hypothesis) ên ku di dêna mirov de ne, û di derşi`ûra bikom de cih girtibû, yan bi pêdagiriya li ser bîreweriyên siyasî herçend jevbela û kêmvegeşiyayî, hêsantir civakê digel çanda berxwedaniyê pêkve girê bidin. Di wê dewreyê de ku di dirêjahiya vê sedsalê de ragehandina kurdî jî bi tewahî soranîtewer bûye, li vir e ku veqetiyan di navbera herêma me û Kurdistanê bi giştî kûrtir dibe. Helbet beşek ji vê soranîtewerê ji hişmendiya mesebî a soraniyan ve çavkanî digre, û ew her ji heman destpêkê ve ev pêşferz qebûl kiribûn ku xelkê vê herêmê şî`e ne lewre digel navenda deshilatê hevdil in û şiyana wan a girêdana bi tevgera kurdî tuneye. Guherînkariyên du dehikên dawiyê selimand ku çiqas ev hişmendiya şaş e, jiber ku di bingeh de kurdbûn bo xelkê vê herêmê girîngiyeke zêde heye.
Pirsa heşt: Texa rewşenbîr a Kurd di warê berbirûbûna digel asîmîlasiyona herêmên başûrî ên Rojhilatê Kurdistanê divê çi bikin?
Bersiv: Berê jî me qala vê yekê kir ku di rastî de asîmîlasiyon ji wir ve dest pê dike ku xalên pêkhînerê çanda modern ji riya pergala farsî ve digihîje civaka me. Bona berbirûbûna digel wê divê ku em bikarin çanda kurdî di rewşa bajarîtir û moderntir de pêşkêş bikin. Me bi muzîk û sînema û heta berhemên çandî û sergermiyê hewceyî heye ku dîmeneke rojevkirî ji kurd raxe berçavan, ku helbet ew yek nayê wateya berçavnegirtina kevneşopî û huner û çanda folklurê, tenê divê ku di nav platformekê de amade be ku bersivderê hewceyiyên nifşa nû be. Ev lênihêrîn gelek cuda ye digel formeke nezanhesibandinê ku di hundirê berhemên kirêt ên ragehandinî û çandî ên deshilatê derdikevin û dixin nav civakê de, û armanca wan ew e ku civakê ji siyaseta radîkal vala bikin. Eva ku ez dibêjim li derbarê nifşeke asîmîlebûyî de ye ku dema stranbêjê fars ê “sasî manken” dibîne, ji hişê xwe diçe.
* Ev mijara yekem car bi zimanê farsî di kovara Tîşk hejmara 61`ê de hatiye weşandin. Bo xwendina deqa sereke a vê mijarê serdana vê lînkê bikin:
داگرتنی بابەت



