ئارامتر بخوێنەوە
Kêşeya xakê di navbera Kurd û Tirkên Azerbaycanî li Parêzgeha Azerbaycana Rojava li Îranê*
Rêbwar Me`irûfzade (Ehmed Hemze)*
Ji soranî: Şehab Xalidî
Ev gotara balê dikşîne ser kêşeya xakê di navbera Tirkên Azerbaycanî û Kurdan li Azerbaycana Rojava li Îranê. Gotar bi ser sê qonaxên 1920, 1945, û piştî şoreşa gelên Îranê de tê parvekirin.
Van qonaxan rewşeke nexatircemiya tenahiya navxweyî li parêzgeha Azerbaycana Rojava afirand, ku farsan karîn wek grûpa etnîkî a herî mezin û herî xwedîdeshilat vê nakokiyê bi kar bînin bona ku du kêmaniyên etnîkî ên kurd û tirk bi ser du eniyan de parve bikin, û dirêjiyê bidin koloniyalîzma navxweyî (internal colonialism). Ev gotara bo şîrovekirina vê ku kêşeya xakê li parêzgeha Azerbaycana Rojava nû (modern) e, û li ser bingeha civakî dirust bûye, ji têgeha dudiliya tenahiya navxweyî (intrastate security dilemma) sûdê werdigre. Herwiha ev gotara ji şîroveyeke teorîk a dîroka hevçerx a kêşeya xakê di navbera kurd û tirk re derbas dibe, û komeke pêşniyaran bi armanca çareseriyê dixe rû.
Kêşeya xakê di navbera kurd û tirkên Azerbaycanî li parêzgeha Azerbaycana Rojava li Îranê
Fars, tirkên azerbaycanî, kurd, belûç û ereb di Îrana çendetnîk de dijîn. Fars grûpa etnîkî a herî mezin a Îranê ne ku nêzî %50 a akinciyên Îranê pêk tînin. Di demekê de ku tirkên azerbaycanî wek duyemîn grûpa etnîkî a mezin û kurd wek sêyem grûpa etnîkî a mezin li pey hev bi rêz nêzî %20 û %10 a akinciyên Îranê pêk tînin (Crane 2008; UNPO 2018). Hindek ji lêkoleran hejmara akinciyên fars bi kêmtir ji %50 dihesibînin. Wek mînak, Shaffer di gotara xwe a di bin navê (Îran zêdetir e ji fars)- Iran is more than Persia- dinivîse: Îran welatekî çendetnîk e, fars kêmtir e ji nîvê akinciyên Îranê. Berevajiyê herêmên navendî ên Îranê, ku di bin deshilata farsan de ne, piraniya reha û mutleq a grûpên nefars zêdetir di parêzgehên sînorî ên Îranê de dijîn (p.3 ,2021).
Her ji avakirina dewlet-neteweya modern a Îranî ji salên 1920`î şûnda farsan bi sûdwergirtina ji taktîka pêkhînana netebahiyê û hikûmetdarîkirinê, kêmaniyên nefars di bin awayek ji koloniyalîzma navxweyî de ragirtine. Ev gotara behsê vê yekê dike ku farsan ji kêşeya xakê di navbera kurd û tirkên azerbaycanî de wek emrazeke sereke bona parvekirin û çirmisandina van du kêmaniyên mezin sûd wergirtine. Kêşeya xakê li parêzgeha Azerbaycana Rojava rewşeke nexatircemiya tenahiya navxweyî-navetnîkî a kevn a wisa di navbera kurd û tirkên azerbaycanî de dirust kir, ku her ji bingehê ve rê li ber alîkariya dilxwaz ya van du grûpên li dijî serkutkirina domdirêj ji hêla farsan ve girt. Nexatircemiya tenahiya navxweyî di navbera van du grûpan de berdewam vê pirsyarê tîne holê ku, gelê kurd û tirkên azerbaycanî li parêzgeha azerbaycana rojava li egera herifîna deshilatdariya Îranê dê şerê hevdu bikin, yan dê hevpeymaniyekê ava bikin?
Parêzgeha Azerbaycana Rojava: Parvebûna etnîkî a tirkên azerbaycanî û kurd
Parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakurê rojavayê Îranê hilketiye, û akinciyên kurd û tirkên azerbaycanî li xwe digre. Sînorê hevpar digel sê dewletên cîran ên Azerbaycan, Tirkiye û Îraqê heye. Li gor dawî serjimêriya dewleta Îranê di sala 2016`an de, rêjeya akinciyên wê 3.265.219 kes e (Navenda Serjimêriya Îranê). Parêzgeh ji 17 şaristanan pêk tê, ku Urmiye navenda parêzgehê û bajarê herî pirnifûs e, û nêzî 1 milyon kesî nifûs heye (Navenda Serjimêriya Îranê, 2014).
Piraniya akinciyên pênc bajarên Mehabad, Bokan, Serdeşt, Pîranşar û Şino kurd in. Ev pênc bajar wek Herêma Mokiryan têne naskirin, û bi dirêjahiya dîrokê, Mokiryan navenda nasyonalîzma kurdî li Îranê bûye. Piraniya akinciyên bajarên Poldeşt, Şût û Çaypare tirk in. Neh bajarên din wate Urmiye, Selmas, Xoy, Çaldiran, Makû, Nexede, Miyanduav, Şayîndij û Tikab têkeliyek ji akinciyên tirk û kurd in. Xerîteya jêr parvebûna etnîkî a 17 şaristanên parêzgeha Azerbaycana Rojava nîşan dide. Ev xerîte parvebûna etnîkî a parêzgehê zelal dike ku tê de rengê sor bajarên têkel-kêşe li ser nîşan dide, û rengê zer zêdetir akinciyên tirk û rengê kesk zêdetir akinciyên kurd nîşan dide.
Hikûmeta navendî a fars yan aliyekî sêyem wek NY ti zanyariyek derbarê parvebûna etnîkî li parêzgehê belav nekirine û nexistine ber dest. Hikûmeta navendî a fars îznê nade ku ti cure serjimêriyek li ser bingeha etnîkî bê encamdan û belav bibe. Bona vê ku rêjeya kêmaniyên nefars li çav rêjeya giştî a akinciyên Îranê bi nezelalî û di nav şik û dudiliyan de bimîne. Nivîskar li ser bingeha dîroka siyasî a hevçerx a kurd û tirkên azerbaycanî di vê parêzgehê de ev xerîte dariştiye. Ji salên 1920`î şûnda şaristanên kesk û zer ti kêşeyeke etnîkî a kurd û tirk ezmûn nekirine, di demekê de şaristanên sor kêşeyên etnîkî tê de hebûne.
Wêne 1:
Di dehikên borî de li ser vê bingehê ku hem kurd û tirk li çendîn parêzgehên cuda ên Îranê û hindek ji welatên cîran de dijîn, hezkirin û viyana zeliqandin û avakirina welatekî mezin ê yekgirtî di navbera herdu neteweyan de vegeşiyaye. Tirkên azerbaycanî xwe xwediyê xakê li çend parêzgehên Îranê wek Azerbaycana Rojhilat, Azebaycana Rojava, Erdebîl, Zencan û Qezwînê dizanin. Tirkên azerbaycanî li Îranê, tirkên azerbaycanî ên Komara Azerbaycanê wek kurapê xwe ê yekem û akinciyên tirk ên Tirkiyê jî wek kurapê xwe ê duyem dihesibînin.
Kurd xwe xwediyê çar parêzgehên Azerbaycana Rojava, Kurdistan, Kirmaşan û Îlamê dihesibînin. Kurdan li Îranê hevsoz û hezkirin bo kurdan li dewletên cîran wek Îraq, Tirkiye û Sûriyê hene.
Di biyavê ayînî de, tirkên azerbaycanî li Îranê piraniya wan şî`e ne, di demekê de ku kurd piraniya wan sunî ne. Di warê ayînî de tirk û fars şî`ebûn wan pêkve girê dide.
Kêşeya etnîkî: Hokar û çareser
Etnîsîte vedigere ser nasnameya grûpekê ku tê de endamên wê grûpê hesta pêkvegirêdan û dîrokeke hevpar hene. Teoriyên destpêkî ên netewexwaziyê (primordialism) behsê vê yekê dikin ku taybetmendiyên bingehîn ên grûpeke etnîkî ji riya nifşan ve têne veguhastin. Bi vî awayî ew taybetmendiyên grûpî wisa xuya dikin ku bi zehmet bêne guherîn. Di şîroveya kêşeya etnîkî de teoriyên destpêkî behsê vê yekê dikin ku kerb û kîneke kûr û kevn û mêjîn di navbera grûpên etnîkî ên cuda de heye. Lê teoriya kanstiraktîvîzmê (Constructivism) behsê vê yekê dike, ku grûpên etnîkî zêdetir ji vê ku dîrokeke bedewam a dostatiyê yan dijayetiyê hebe, qonaxên aştî û nakokiyê ceribandine.
Rêbaza kanstiraktîvîzmê li ser girîngiya ferq û cudahî, û yekrengiyên endamên grûpên etnîkî wek ziman û dîn pêdagiriyê dike, lê pêdagiriyê li ser vê yekê jî dike ku ev taybetmendiyên hevpar ji aliyê nasyonalîstên modern ve têne pêkanîn û guherîn. Gellner (L 53-62, 1983) di pirtûka “netewe û nasyonalîzm” de behsê vê yekê dike ku netewexwazî hindek taybetmendiyên çandî û dîrokî hildibjêre û piraniya caran, ev taybetmendiyane bi awayekî bingehîn têne guherîn. Bi watayeke din Gellner li ser vê baweriyê ye ku îdeolojiya nasyonalîzmê, grûpên etnîkî/neteweyî û dewlet-netewe berhem tîne, nek berevajî. Rêbaza prîmordiyalîst nikare rola nasyonalîzmê di berhemanîna nakokiyên etnîkî/neteweyî de şîrove bike, û bersiva vê bide ku çima hindek grûpên etnîkî, nakokiyên xwe çareser kirin, lê hindek grûpên din berdewam in li ser tundûtîjiya li hemberî hevdu.
Nasnameya etnîkî dawî car nûneratiya nasnameyeke siyasî dike. Nasnameya etnîkî tenê amajeyek nîne bo hindek taybetmendiyên hevpar ên grûpekê, belku amaje ye bo rewşa civakî, aborî û siyasî a vê grûpê li çav grûpên derdorê. Wek eva ku Hechter (1999) di pirtûka xwe a bi navê koloniyalîzma navxwe (Internal Colonialism) de behs dike, etnîsîte wek pîvaneke hejmarî a sade bona destnîşankirina grûpa piranî yan kêmanî girîng nîne, belku wek eyankirineke siyasî a grûpekê ku pêketiyê cudahiya siyas, çandî, aborî bûye cihê baldanê ye. Piraniya deman grûpa piranî di navenda pergala siyasî û aborî di nav welatekî de cih digre, di demekê de ku grûpa kêmanî di pêgeheke siyasî û aborî a xwartir de li derveyî bazineyê wate li qeraxê cih digre. Hemû kêmaniyên etnîkî li Îranê bi kurd û tirkên azerbaycanî ve jî bi awayekî giştî li asteke xwartir ji farsan cih digrin. Wêneyê hejmar 2, ji aliyê NY (R: 19, 1991) hatiye amadekirin û newekheviya faktera vegeşîna mirovî (Human Development Index) a Îranê di sala 1996`an de radixe ber çavan. Hemû parêzgehên kesk ên tox ku xwediyê vegeşîna mirovî a bilind in, parêzgehên farsan in. Bi vî awayî lojîka navend li hember qeraxê (perawêzê) bo Îranê bicî ye, jiber ku fars wate navend, jiyana wan di gelek biyavan de ji nefarsan wate ji akinciyên qeraxa Îranê bêhtir e.
Isajiw di berhema xwe ya bi navê “Pênase û biyavên Etnîsîteyê: Çarçoveyeke Teorîk” (Definition and Dimensions of Ethnicity: A Theoretical Framework) behsê vê yekê dike, ku piraniya deman têgeha etnîsîte dibe hevtayê têgeha kêmanî, jiber ku grûpa piranî ti pênaseyeke etnîkî hilnagire. Li Îranê, fars wek grûpa piranî dibin ew grûpa ku nasnameya etnîkî wernagirin, di demekê de ku hemû grûpên ser bi kêmaniyên din wek tirkên azerbaycanî, kurd û ereb pêdagiriyê li ser nasnameya etnîkî a xwe dikin.
Wêne 2:
Piraniya siyasetvanan û heta nivîskar jî di hundir û derveyî Îranê destewajeya Îranî û fars bi awayê hevterîb û hevwate bi kar tînin (Shaffer 2000, r: 449). Çalakên opozisyona fars a Îranî pêdagiriyê li ser etnîstîeya xwe nakin, jiber ku dewleta Îranê herçend nedemokratîk be jî, dewletek e li ser bingeha etnîsîteya fars. Lewra fars hewce nake li pey ti cure dadperweriyeke civakî, siyasî û kulturî li ser bingeha etnîsîteya xwe bin. Nakokiyên etnîkî dikarin bi sedemên curbicur rû bidin. Deyvîd Leyk behsê vê dike ku tirseke hevpar bo siberojê sedem û hokarê herî carr ê nakokiya etnîkî ye, tirsa hevpar bo siberojê dikare bi sedema rewşa nexatircemiya tenahiyê, destpêrenegihîştin bi zanyariyan, yan oportonîstiya siyasî rû bide (Brown, 1997, 97-131). Wek mînak, V. P Gagnon behsê vê yekê dike ku nakokiya etnîkî li Yogislawiya berê, ne bi sedema kerb û kîneke dîrokî di navbera sirban û grûpên din ên etnîkî de, belku bi sedema şerê deshilatê di navbera sirban de qewimî. Gagnon behsê vê dike ku Partiya Komonîst a sirbî a deshilatdar li hember partiyên reformîst ên sirbî ên din de lawaz bibû, lewra Partiya Komonîst a sirbî gefa grûpên nasirbî di nav sirban de mezin kir (Brown 1997, L: 142-145).
Têgeh û çemka nexatircemiya tenahiyê di destpêkê de ji aliyê lêkolerên têkiliyên navneteweyî û bo berhevdana şerê di navbera welatan de dihate bikarhînan, lê digel zêdebûna şerên navxweyî û bi sedema vê ku gelek ji wan şeran rengê şerê etnîkî didan, lêkolerên biyavê nakokiyên etnîkî ew têgeh ji nû ve pênase kirin. Ji sala 1945`an şûnda şerê navxweyî zêdetir ji şerê di navbera dewletan de rû didin, herwiha şer li ser bingeha etnîkî zêdetir ji nîvê şerên navxweyî pêk tîne (Tang, 2015, L: 256). Bîrmendên têkiliyên navdewletî ji têgeha nexatircemiya tenahî (Security Dilemma) bona şîrovekirina şerê deshilatê û şerê di navbera dewletan sûdê werdigrin. Her wek ku bîrmendên Praymordiyalîst û kanstarktîvst pênaseyên cuda bo têgeha etnîsîte hene, niyorialîst û kanstraktîvîstên biyavê têkiliyên navdewletî jî, bi awayên cuda pênaseya nexatircemiya tenahiyê dikin. Jan Herts bîrmenedekî niyorialîst di warê pêwendiyên navdewletî de, nexatircemiya tenahiyê wek pergalekê pênase dike ku tê de dewlet “bêy vê ku deshilateke sertir prensîpên têkiliyan bi ser wan de bisepîne, û bi vî awayî wan ji êrîşa li ser hevdu biparêze, tev digere” (Williams, P. and Goldstein, 2006, L: 268). Bi watayeke din, pêkhateya anarşiyê a têkiliyên navdewletî dibe sedema vê ku dewlet berdewam di rewşeke nexatircemiya tenahiyê de bijîn û wek yekîneyeke xweyarmetîder (self-help) tevbigerin û xwe ji bo sinaryoyên herî xirab amade bikin. Li cem niyorialîstan dewlet di rewşeke nexatircemiya tenahiyê de ji dayîk dibin, û eva dişibhe dîtingeha praymordiyalîstên biyavê kêşeyên etnîkî, ku bawer in nasname û nakokiya etnîkî hebûneke hertimî û berdewam heye, ne eva ku di rewşeke civakî a diyarîkirî de dirust be û bê guherîn.
Alexander Wendt teorîsyenê navdar ê kanstraktîvîzmê di biyavê têkiliyên navdewletî de di gotara xwe a bi navê “Anarşî ew tişt e ku dewlet wê ava dikin” têgihîştina niyorialîstan bo nexatircemiya tenahiyê dibe bin pirsyarê, ew jî bi amajekirin bi vê ku “dewlet li hember dost û neyar de bi awayê cuda tevdigerin, jiber ku neyar gefdar in, lê dost wiha nînin” (Williams, P. and Goldstein 2006, L: 365). Her bi vî rengî kanstraktîvîstên biyavê nakokiyên etnîkî, kerb û kîneke kevn û kûr wek sedemeke sereke a nakokiya etnîkî dibin jêr pirsyarê, bi amajekirina bi vê ku çima hindek grûpên etnîkî kêşeyên xwe çareser dikin, lê ên din tundûtîjiyê bi kar tînin. Teorîsiyenên kanstraktîvîzmê ên biyavê têkiliyên navdewletî li ser vê baweriyê ne ku awayê têkiliyên dewletan dikare nexatircemiya tenahiyê a di navbera dewletan de kêm an zêde bike. Alman û Fransayê pêkve Yekîtiya Ewropayê ava kirin piştî wê ku di şerê duyem ê cîhanî de şerê hevdu kirin. Alman û Fransa piştî şerekî bixwîn bûne dostê hevu, di demekê de ku dewletên din wek Sûriye û Îsraîl di nav nakokiyên berdewam de ne. (Roe, P, r:188) di gotara xwe de têgeha dudiliya tenahiyê ser ji nû dadirêje, bona vê ku nakokiya etnîkî a navxweyî a nav dewletan de bi kar bîne. Roe dudiliya tenahiya etnîkî bi vê rewşê pênase dike ku tê de nebûna dewleteke navendî a bihêz grûpên etnîkî ên cuda ên nav welatan neçar dike ku her yek ji wan di hewla dabînkirina tenahiya grûpî a xwe de bin. Grûpên etnîkî ên nav welatekî renge berdewam di nav awayek ji dudiliya tenahiyacivakî di hember hevûdin de bijîn, lê dema ku dewleta navendî diherife, grûpên etnîkî rasterast berbirûyê gef û metirsiyên grûpên etnîkî ên din dibin, û neçar dibin bo mana xwe hewl bidin. Roe (1999, L: 189) qala vê yekê dike ku herifîna dewleta navendî di welatekî çendetnîkî de merc nîne ku bibe sedema şerekî etnîkî, dema ku dewleta navendî diherife, grûpên etnîkî li ser bingeha vê ku her yek ji wan grûpan li demên derbazbûyî û di rewşeke hemşêwe de çawa serederî digel hevdu kirine, nirxandin û reftarê dikin. Bi watayeke din wek eva ku Alexander Wendt li ser rewşa dudiliya tenahiya navbera dewletan behs dike, grûpên etnîkî di nav welatekî de digel dîrokek ji têkiliyên rabihurî û şiyanekê bo guherîna vê dîrokê diçin nav rewşeke dudiliya tenahiya nû de.
Dema ku hikûmeta navendî diherife, grûpên etnîkî ên nav vê dewletê, divê têkiliya xwe digel grûpên din di kurtheyam û dirêjheyam de binirxînin, gelek sedemên wek pêgeha van grûpên etnîkî di nav dewleta berê de, derbasbûyiya têkiliyên di navbera van grûpan û astê rêkxistina siyasî û leşkerî a wan dikare bandorê li ser vê berhevdanê bike. Ku wisa bû grûpên etnîkî piştî serxwebûnê di nav tirs û nexatircemiya berdewam di warê şiyan û xwasteka grûpên etnîkî ên cîran de dijîn. (Posen, 1993, L:29-34). Dibêjne vê rewşê, nexatircemiya tenahiya nav-etnîkî û ger wan grûpan dewleta xwe ava kirin, rewş diguhere bo dudiliya tenahiya navbera dewletan.
Hevraste digel rêbaza kanstraktîvîzmê, derheqê nakokiya etnîkî de, ev gotara di destpêkê de, derbazbûyî wate dîroka modern a nakokiyan dixe ber dest û piştre bo çareseriya van nakokiyan, komeke pêşniyaran dike. Ev gotar li ser van qonaxan pêdagiriyê dike ku tê de hikûmeta navendî a fars yan lawaz bûye, yan jî herifiye, yan jî deshilata kurd û tirkên azerbaycanî bi awayekî berçav di hindek qonaxên wiha de zeq bûye.
Têkiliyên di navbera kurd û tirk berî avakirina dewleta modern
Di piraniya serdemên berî avakirina dewleta modern li Îranê, kurd li Îranê wek kêmaniyekê bi bê împeratorî jiyan kiriye, di demekê de ku tirkên azerbaycanî di împeratoriyên cuda cuda de deshilat bi ser Îranê de hebûne. Deshilatdarên herduk împeratoriyên Sefewî û Qacarî tirk bûn. Şah Îsma`îl kesekî tirk bû ku di sala 1501`an de împeratoriya Sefewî ava kir û Tewrêz kire paytextê împeratoriya xwe. Heya niha jî Tewrêz wek paytextê tirkên azerbaycanî li Îranê hatiye naskirin. Di serdema Qacar (1779-1924) de, Îran ji çar eyalet (parêzgehan) pêk dihat ku ev parêzgeh bûn: Azerbaycan, Xurasan, Fars, û Kirman-Sîstan. Her yek ji van eyaletan xwediyê wîlayet (herêm/beş)ên curbicur bûn. Tewrêz di serdema Qacar de gelek vegeşiya, û bû cihê deshilatdariya paşayan û koşka şahzadeyê Qacar (Etabek, 2005, L: 26).
Berî sedsala bîstem, cudahiyên grûpî wek hebûna ziman û ayînên cuda, roleke piçûk li şerên di navbera kurd û tirkan de dilîstin.
Carina pêkhînana jiyana hevpar di navbera malbata qata bijarde û serê, serbarê nasnameya etnîkî a cuda, ew dikirin hevalbend û heval. Wek mînak, xûşkeke Xan Ehmedxanê hakimê emareta kurdî a Erdelan bi Şah Ebasê Sefewî (1571-1629) re zewicî, û Xan Ehmedxan bû hevalbendê nêzîk ê Şah Ebas, û Şah Ebas ew hevaletî bo serkutkirina hozên kurd ên Bilbas û Mukrî bi kar anî. (McDowall, 2007, R: 32).
Berî avakirina dewleta modern, têkiliyên kurd û tirk ên Azerbaycanî zêdetir encama biryara serokhozên kurd û tirkên azerbaycanî bûn, ku bedela aştî û şer li ser bingeha rêkxistina grûpî, deshilata takekesî a xwe bihêz kir. Digel vê yekê jî dîroka pêş modern a kurd û tirkên azerbaycanî li Îranê form û çarçove da hindek taybetmendiyên van du grûpan, ku bandora xwe li ser têkiliyên serdema hevçerx danîne. Tirkên azerbaycanî bi sedema vê ku deshilat bi ser Îranê de hebûne, yan jî di împeratoriyên deshilatdar ên Îranê de beşdar bûne, pêgeheke civakî/aborî a bilindtir desteber kirin. Berevajî di piraniya dîroka berî modern a Îranê de kurdan di bin deshilata împertaoriyên nekurd de jiyan kirine û edet bi şêweyek ji serhişkiyê kirine.
Serdema modern: Farsan nekarîn kurd û tirkên azerbaycanî bihelînin
Di destpêka sedsala 20`î de, farsan ji riya nasyonalîzmeke serberedayî ve dest bi modernîzekirina Îranê kirin. Di dema şoreşa meşrûte de (yasaya bingehîn) (1905-1909) farsan yekemîn hewla xwe dan bo avakirina dewlet-neteweyeke modern a fars. Di vê serdemê de bo yekemîn car zimanê farsî bû zimanê fermî li Îranê (Welî, 2011, r: 4). Bajarên mezin ên wek Tehran, Şîraz û Qum zêdetirîn piştevanî ji şoreşa meşrûte kirin. Tirkên azerbaycanî bi taybet li Tewrêzê çalakane piştevanî ji şoreşa meşrûte kirin, lê kurd ku akinciyê herêmên qeraxê bûn, tê de beşdarî nekirin. Ronakbîrên fars bangewaza netewexwaziyeke serberedayiyane a reha û mtleq dikirin bona vê ku nasnameya nefarsan bihelînin, yan jî bi zorî wan tune bikin. Mihemed Efşar sernivîserê kovara “Ayendê” di sala 1925`an de daxwazê dike ku ger hewce be bi veguhastina grûpên nefarsziman bo herêmên farsziman, divê ku em vî karî bikin û hemû cudahiyên zimanî û kulturî ên etnîkên nefars bêne jinavbirin (Etabekî, 2005, r: 31-32).
Yekemîn qonaxa nexatircemiya etnîkî a navxweyî: Qonaxa Simko
Şoreşa meşrûte a fars bi ser neket, û Îran berî şerê cîhanî ê yekem û piştî vî şerî jî bi bê deshilateke navendî ma. Li nêzîk bajarê Urmiyê li parêzgeha Azerbaycana Rojava Simayîlaxa (Simko), ku serokhozekî kurd bû, di sala 1918-1922-an de hikûmetek ava kir. Simko hikûmeteke dîfaktoyî li çendîn bajaran ava kir ku Mehabad û Urmiye li xwe digirt (Kûhî, Kemalî, 2003, r: 80-81).
Dîroknivîsên fars ên wek Ehmed Kesrewî (2007, r: 684-688), Simko heta bo asta serokeşîrekî tînin xwar, wek kesekî ku rûniştiyên parêzgeha Azerbaycana Rojava talan û qir kirine. Ew piçûkkirina hikûmeta Simko ji aliyê dîroknivîsên fars ve du lawaziyên mezin hene, dema ku dîroknivîsên fars behsê deshilata simko dikin, wê serdemê wiha wêna dikin, wek vê ku deshilateke navendî ya reha û mutleq hebûye û Simko wek hêzeke eşîretî a nerewa hereket kiriye, û bûye sebebkarê pêkhînana kêşe û nakokî û fitne û talan û kuştina bikom. Di rastî de li Îranê di wê serdemê de ti deshilateke rewa nedihate dîtin, û welat digel parêzgeha Azerbaycana Rojava jî rewşeke aloz diceriband. Homa Katoziyan dîroknivîsekî fars bi vî awayî behsê vê dike ku çawa deshilatdarên Îranî berî 1920an û di wê heyamê de rewayî bi dest xistine:
“Rewayiya deshilatên zordar girêdayîbû bi şiyana rêjeyî a wan bo ragirtina aştiyê, jinavbirina fitneyan û birêvebirina erkên taybet (function) ên civakî û aborî û … hwd. Lê vê yekê reh û rîşe di yasa, deb û mafên civakî û aborî de nebû. Ku wiha bû -di bingeh de- serhildan (rebelation) her wek deshilata xwesepîn rewa bû, û dawî ceribandin bo rewayiyê, şiyana destbiserdegirtin û ragirtina hêzê bû (Cronin, 2003, r:18).
Herwiha di sala 1913`an de Simko yekemîn xwendingeha Kurd, li bajarê Makûyê li parêzgeha Azerbaycana Rojava de ava kir. Di salên piştre Simko xwendingeheke din a kurdî li bajarê Xoyê vekir (Sulaimani 2017, r: 3). Simko heta biryara çapkirina rojnameyeke kurdî û farsî bi navê kurd da, ku tê de behsê mafê gelê kurd wek neteweyekê kir ku hewce ye dewleta taybet bi xwe hebe (Sulaimani, 2017, r: 4). Kemal Silêmanî li ser vê baweriyê ye ku avakirina xwendingehên kurdî û rojname, nîşanderê vê yekê ne ku Simko serbarê bingeha xwe ya eşîretî, li pey programeke siyasî-kurdî bûye.
Simko hewl da ku piştevaniya tirkên Urmiyê bi diyarîkirina hakimekî tirk bo Urmiyê bo aliyê xwe rakêşe (Sulaimani, 2017, r: 6). Bi her awayekî be, tirkên azerbaycanî ên wê qonaxê, zêdetir ji tirkbûnê ber bi aliyê şî`ebûnê himbêza xwe vekirin, lewra nekarîn ku li hemberî farsên şî`e de ti lihevkirinekê digel Simko bikin, ku bo wan wekî rêberekî sunî ê kurd bû. Tirkên azerbaycanî, xwe wek fares şî`e didîtin. Têgeha “ecem” nasnameya têkelkirî (overlapped) a tirkî-farsî di salên 1920`î de nîşan dida. Ew têgeh bi berfirehî ji aliyê kurd ve bi taybetî bo yên ku li parêzgeha Azerbaycana Rojava dijiyan dihate bikarhînan. Ecem bi şî`eyên xeyrîkurd, û di praktîkê de bi fars û tirkên azerbaycanî ên şî`e dihate gotin (Sulaimani, 2017, r: 7-8). Têgeha “cem” di heyama nakokiya dûrûdirêj a Sefewî û Osmaniyan de, ku ji sedsala 16`an ve dest pê kir, zêde bû carr. Ew nakokiya domdirêj, fars û tirkên azerbaycanî ber bi aliyê yekgirtina şî`eyan li dijî suniyan (Osmaniyan) tûj kir.
Di destpêka sedsala 20`î de, ji şoreşa meşrûte a Îranê ve heya komkirina deshilatê li navendê di sala 1925`an de, Îran bi vê sedemê ku hikûmeteke navendî a bibandor tunebû, astek ji anarşiyê ceriband. Her grûpeke etnîkî diviya bi tenê tenahî û mana xwe misoger bike. Ev qonaxa yekemîn nexatircemiya tenahiya navxweyî a modern di navbera kurd û tirkên azerbaycanî de ye, ku tê de kurd -bi rêbertiya Simko- nekarî hevpeymanî û dostatiyê digel tirkên azerbaycanî dirust bike. Fars û tirkên azerbaycanî nasnameyeke hevreng a şî`egeriyê ew pêkve girê dabûn, û wan kurd wek dijmin û gef didîtin (Xatembexş, 1984).
Piştî vê ku Rizaxan di sala 1922`an de bi ser Simko de bi ser ket, û tirkên azerbaycanî dest bi ser parêzgeha Azerbaycana Rojava de girtin, tirkên azerbaycanî ti cure daxwaziyek li ser bingeha tirkbûnê nekirin. Heta dema ku Şêx Mihemed Xiyabanî di sala 1920`î de li Tewrêzê hikûmeteke temenkurt ava kir, wî ret kir ku ti cure siyasetekê li ser koka etnîkê wek vegeşandina zimanê tirkî di xwendingehan de bi rê ve bibe. Xiyabanî ji ber ku kurd wek dijmin û gef didît, ti cure hevalbendiyek digel Simko pêk neanî (Xatembexş, 1984).
Ji şikesta Simko li sala 1922`an şûnda heya vêdedana Rizaxan di sala 1941`an de tirkên azerbaycanî ti cure hewl û daxwaziyek bona vejiyandina tirkbûnê (Turkish-ness) ji xwe nîşan nedan. Deshilata fars di dawiyê de li sala 1930`î Simko bi pîlanekê li bajarê Şinoyê xiste davê û kuşt (Nerwiy, 2012, r: 80). Di heyama deshilata Simko de bo yekem car kurd bi awayê siyasî û leşkerî bi ser parêzgeha Azerbaycana Rojava de zal bû. Simko yekem rêberê kurd bû, ku nakokiya kurd-tirk li parêzgeha Azerbaycana Rojava de kire pirseke siyasî, û ew yek bû sedem ku Simko wek xirabtirîn rêberê kurd di nav tirkan de bê hesibandin.
Di salên 1920`an de Rizaxan deshilat di navendê de kom kir û nasyonalîzma farsî a serberedayî li Îranê vegeşand, netewexwaziya serberedayiyane a farsan di serdemê Rizaxan de, vegeşîna netewexwaziya kurd û tirkên azerbaycanî bileztir kir. Rejîma dîktator a Rizaxan rê li ber her cure behskirinekê li derheq kêşeya xakê di navbera kurd û tirkên azerbaycanî de girt. Dema ku hevalbendan di sala 1941`an de êrîşî ser Îranê kirin û arteşa Îranê têk şikest, kêşeya xakê li parêzgeha Azerbaycana Rojava dîsan bû rojev.
Qonaxa duyem a nexatircemiya tenahiya etnîkî a navxweyî: Komarên Azerbaycan û Kurdistanê
Di sala 1941`an de, Yekîtiya Soviyet û Brîtaniya bêy vê ku arteşa fars ti berxwedanekê bike, çûne nav Tehranê. Rizaxan bi zorî dûr xistin û tevgera arteşa farsan bo hindek herêmên navendê li derdora Tehranê sînordar kirin (Nerwiy, 2012, r: 98-101). Valahiya siyasî û leşkerî piştî sala 1941`an rê li ber pêkhatina birêveberiyên serbixwe li Kurdistan û Azerbacanê xweş kir, û di destpêka Kanûna Pêşîn a 1945`an de destpêkê tirkan Komara Azerbaycanê ava kirin, û Tewrêz wek paytextê xwe ragehandin, û piştî çend rojan di 22`ê Kanûna Pêşîn de kurdan Komara Kurdistanê ava kirin, û bajarê Mehabadê wek paytext hilbijartin (Nerwiy, 2012, r: 134).
Ev qonaxa rewşeke nexatircemiya tenahiya navxweyî a din bû, jiber ku hikûmeta navendî a Tehranê li hindek herêmên Azerbaycan û Kurdistanê herifîbû, û ev rewşa nû kurd û tirkên azerbaycanî neçar kir ku her yek ji wan hizir li man û siberoja xwe bikin. Herdu komaran bo berbirûbûna li hember her cure senaryoyekê ji aliyê hikûmeta navendî ve hevkariya hevdu bikin. Herwiha hebûna Yekîtiya Sovyetê rewşa nexatircemiya tenahiya navxweyî sanahî kir, jiber ku Yekîtiya Soviyetê bo dabînkirina radeyekê ji ewlehî û seqamgîriyê pêşî ji her cure şerekî rasterast di navbera kurd û tirkên azerbaycanî de digirt.
Herduk komar di warê qewareya erdnîgarî, pêgeha civakî, aborî, îdeolojî, û radeya piştgiriya Sovyetê gelek cuda bûn. Komara 1946`an a Azerbaycanê bi nirxandina digel Komara 1946`an a Kurdistanê, deshilat bi ser erdnîgariyeke berfirehtir de hebû, û bajarê Tewrêz a paytexta Komara Azerbaycanê, wê demê duyem bajarê mezin ê Îranê di warê hejmara akinciyan de dihate hesibandin (Mobley, 1979, r: 12). Komara Azerbaycanê, herêmên Tewrêz û Erdebîl û Zencan û nêzîk bi hemû bajarên kêşe li ser ên parêzgeha Azerbaycana Rojava li xwe digirtin, di demekê de ku Komara Kurdistanê tenê deshilat bi ser çar bajarên piçûk ên wek Mehabad û Bokan û Nexede û Şinoyê de hebû (Roosevelt, 1947, r: 257-258).
Komara Azerbaycanê navendeke aborî a berçav a Îranê bû, ku di wê demê de %25 a genim, %20 a şekerê, û %22 a ajelên Îranî berhem dianî (Roosevelt, 1947, r: 252).
Di warê îdeoljîk de Komara Kurdistanê bi hevberkirina digel Komara Azerbaycanê programeke kevneparêzanetir hebû. Komara Kurdistanê pişta xwe bi hêza leşkerî a serokhozên kurd girêdabû, lewra Komara Kurdistanê nedixwast ku bi birêvebirina siyaseteke komonîstî wek parvekirina zewiyan serokhozan ji xwe bixeydîne. Herêma Komara Kurdistanê herêmeke bê alî di navbera hêzên Soviyet û Brîtanyayê de bû, di demekê de ku Yekîtiya Sovyetê piştî êrîşa 1941`an de bo ser Îranê, herêma Komara Azerbaycanê kontirol kiribû. Komara Azerbaycanê, berevajiyê Komara Kurdistanê asteke bilindtir ji bajarnişîniyê hebû, û ji piştevaniya leşkerî a rasterast a arteşa Sovyetê mifah wergirt. Bi van sedeman Komara Azerbaycanê hêzeke peyt a navxweyî hebû û reformeke berfireh a zewiyan bi rê ve dibir. Di nav bajarên kêşe li ser ên parêzgeha Azerbaycana Rojava, Komara Kurdistanê tenê deshilat di Nexedeyê de hebû, di demekê de ku Komara Azerbaycanê bajarên din ên kêşe li ser bi rê ve dibirin. Eva bû çavkaniya sereke ya nakokiya di navbera herdu komaran de. Serokhozên Kurd li parêzgeha Azerbaycana Rojava daxwaz ji Qazîmihemed serkomarê Komara Kurdistan kirin, ku hemû bajarên kêşe li ser kontrol bike. Komara piçûk a Kurdistanê desteke dîplomatîk a kêmtir di nav hikûmeta fars a li Tehranê hebû. Lewra Qazîmihemed xwast ku hevalbendiyekê digel Komara Azerbaycanê ava bike, bo vê ku dîplomasiya kurd li Tehranê bihêztir be (Hewramî, 2007, r: 51).
Hêza leşkerî a meztir a hozên Kurd li nêzî bajarên Urmiye, Xoy, Makû û Miyanduavê deshilata Komara Azerbaycanê di birêveberiya van herêman de lawaz kiribû. Di rastî de Komara Azerbaycanê nedikarî ku bajarên kêşe li ser ên parêzgeha Azerbaycana Rojava, bi bêy piştgirêdana bi Yekîtiya Sovyetê bi rê ve bibe. Yekîtiya Sovyetê kurd û tirk tûj dikirin ku kêşeya xakê a di navbera xwe de çareser bikin, û heta pêşniyara birêveberiyeke hevpar li bajarên kêşe li ser kir. Komara Azerbaycanê ew pêşniyar ret kir, û herdu komaran taktîkên cuda bo zextxistina li ser hevdu girtin pêşiya xwe (Mobley, 1979, r: 74-76).
Kurdan gilî û gazinde hebûn ku birêveberiya Azerbaycanê li bajarên Urmiye, Makû, Xoy, û Miyanduavê Kurd bi tewahî bêpar kiribûn, herwiha Tirkan jî gazinde hebûn ku PDKÎ wan tirkên azerî wek endam werdigre ku dijberiya Komara Azerbaycanê dikin (Hewramî, 2007, r: 55-56). Ew zext û givaşxistina li ser hevdu di navbera du komaran de heya 23`ê Nîsana 1946`an dom kir, û heya dawîcar Komara Azerbaycan û Komara Kurdistanê bi nevbeynkariya Yekîtiya Sovyetê gihîştin lihevkirineke dîrokî ku ev xalên jêr li xwe digirtin (Roosevelt, 1947, r: 258-259).
1-Herduk hikûmetan ku ew rêkeftin wajo kirine, her demekê ku hewce bizanin, dê nûnerên xwe biguherin.
2-Li wan herêmên Azerbaycanê ku kêmaniya kurd heye, kurd di nav damezraweyên birêveberiyê ên hikûmetê de beşdar dibin, û li wan beşên Kurdistanê ku kêmaniya Azerbaycanî heye, azerbaycanî di damezraweyên hikûmetî de beşdar dibin.
3-Komîsyoneke aborî a hevpar tê danîn bo çareseriya kêşeyên aborî ên herdu neteweyan, û endamên vê komîsyonê ji hêla rêberên van du hikûmetan ve têne danîn.
4-Hêzên leşkerî ên van du neteweyan her demekê ku hewce be, dê alîkariya hevdu bikin.
5-Her gotûbêjek digel hikûmeta Tehranê divê ku bi berçavgirtina berjewendiya hevpar a hikûmetên neteweyî ên Azerbaycan û Kurdistanê be.
6-Hikûmeta Neteweyî a Azerbaycanê pêngava hewce hildigre bo vegeşandina bikarbirina zimanê kurdî, û vegeşandina kultura kurdî li nav kurdên Azerbaycanê, û hikûmeta neteweyî a Kurdistanê jî pêngaveke bi vî rengî hildigre derheqê wan azerbaycaniyên ku li Kurdistanê dijîn.
7-Herdu neteweyên îmzakerê vê lihevkirinê, tevdîrên hewce digrin pêş bo cezakirina her tak yan taqmekê ku bixwaze hevaletiya dîrokî û demokratîk a kurd û azerbaycaniyan têk bide. Bendên 2 û 6 û 7 nîşan didin ku tirk û kurd li bajarên kêşe li ser de divê ji mafê zimanî û beşdarî di pêgehên îdarî de hevpar bin. Bi watayeke din ev lihevkirin kurd û tirkên azerbaycanî li parêzgehê bi xwedîmafê rewa dizane. Herwiha ev hevpeymanî herduk komaran bona gotûbêj an şer digel Tehranê dixe rewşeke leşkerî û dîplomatîk a bêhtir de.
Herwiha ev lihevkirin vê yekê nîşan dide ku kurd û tirk ji vê lênihêrîn û reftarê derbas bûn ku berê bo hevdu hebûn. Di salên 1920`an de tirkên azerbaycanî xwe wek şî`e didîtin, û ti derfetek bo hevkariya digel kurd nedidîtin, lê rêberên nû Ce`ifer Pîşewerî û Qazîmihemed hevpeymaniyek bo berjewendiya hevpar pêk anîn, û di wê serdemê de tirkên azerbaycanî ji nasnameya şî`e a Îranî a 1920`an derbas bûn, ku fars wek dost û kurd wek dijmin pênase dikirin, ev serdem bi vî awayî ku kanstraktîvîst behs dikin, selmînerê vê ye ku nasnameya etnîkî dikare bi derbasbûna demê biguhere, û grûpên etnîkî renge serbarê dîrokek ji dijminatiyê li hev bikin û hevkariya hevdu bikin.
Dema ku Komara Azerbaycanê digel Tehranê bi awayekî cuda li hev kirin, û kurd di warê dîplomatîk de xwe bi tenê û lawaz dît, Komara Kurdistanê rê da (herwiha han da) ku hozên kurd zextê bixin ser Komara Azerbaycanê. Hikûmeta navendî li Tehranê pêdagirî li ser vê dikir ku dixwaze bi awayekî cuda digel herdu komaran gotûbêjan bike. Lihevkirina Tehran-Tewrêzê di praktîkê de Komara Azerbaycanê piçûk kir bo hikûmetekê bi deshilateke kêmtir û li herêmeke piçûktir, herwiha lihevkirina Tehran-Tewrêz Qazîmihemed neçar kir ku bi awayekî cuda gotûbêjê bike, lê nekarî bigihîje ti lihevkirinekê digel Tehranê. Di encamê de kurdan êrîşî ser bajarên Xoy, Makû û daxwaza hikûmeteke hevpar a kurd û tirk li van bajaran kirin. Kurd tenê wê demê ku Yekîtiya Sovyetê gefa destêwerdana leşkerî li wan kir ji van bajaran vekişiyan (Mobley, 1979, r: 84-85). Herwiha li Îlona sala 1946`an arteşa Komara Kurdistanê û çekdarên êla Şikak ber bi Urmiyê ve çûn û dest bi ser vî bajarî de girtin. Hêzên Kurd tenê wê demê vekişiyan ku Sovyetê gef xwar û tirkan qewlê birêveberiyeke hevpar a kurd-tirk dane wan (Mobley,1979, r: 88-89). Hikûmeta fars di destpêkê de Komara Azerbaycanê bi dabînkirina hindek mafên piçûk razî kir, bêy vê ku van mafan bide Komara Kurdistanê. Ev siyaseta hikûmeta navendî a fars ne tenê her hevalbendiya di navbera herdu komaran de betal kiriye, belku kêşeya xakê a di navbera herdu komaran de guherî bo berbirûbûna leşkerî. Wê demê ku arteşa Sovyetê paşekêşe kir û hêza fars xwe teyar û amade dikir bo êrîşa li ser Azerbaycanê, bi kiryra ti hevkariyek di navbera herdu komaran de nemabû. Arteşa fars destpêkê dawî bi Komara Azerbaycanê anî û piştre dest bi ser herêma Komara Kurdisatanê de girt. Herçend ku Komara Azerbaycanê digel Tehranê li hev kiribûn, lê hikûmeta navendî piştî vê ku Tewrêz dagîr kir, ti cure mafeke etnîkî neda tirkên azerbaycanî. Bi watayeke din hikûmeta navendî a fars ji gotûbêjê bo parvekirin û dagîrkirina Azerbaycan û Kurdistanê sûd wergirt.
Herçend ku nexatircemiya tenahiya etnîkî a navxweyî di salên 1920`an de, encama wê nebibû sedema avakirina dewletê bo çi yek ji kurd û tirkên azerbaycanî, lê kurd û tirkên azerbaycanî hevaltiyeke kurtheyam ceribandin, ku nîşan dide kêşeya xakê li Azerbaycana Rojava dikare bê çareserkirin, îradeya siyasî li ser bingeha rêz û qazancên dualî, ew du grûp razî kirin ku serbarê vê ku dîrokek ji dijminatiyê hebûne, lê dîsan jî li pey hevalbendî û dostatiyê ve herin. Derbasbûna ji wê serdemê palpiştiya rêbaza kanstirktîzvîmê dike di warê kêşeya etnîkî de, ku kêşeya nasnameya etnîkî di rewşeke civakî de rû dide û neguher nîne.
Qonaxa sêyem a nexatircemiya tenahiya etînîkî a navxweyî: Şoreşa 1979`an a Îranê
Piştî şoreşa sala 1979`an a Îranê, heya çend mehan hikûmeta navendî deshilat bi ser piraniya herêmên kurd û tirk de nemabû, lewre rewşeke din a nexatircemiya tenahiya navxweyî di navbera kurd û tirkên azerbaycanî de pêk hatibû. Piştî şoreşê tirkên azerbaycanî xwediyê rêkxistineke mezin a siyasî û leşkerî nebûn, bo vê ku daxwaza otonomî yan her cure şêwazeke din ji diyarîkirina mafê çarenûsê bike, lê partiytên kurdî ên çekdar rûbereke coxrafî a mezin bi dest ve girtin û herêmeke otonomî a dîfakto ava kirin, kurdan ne tenê bajarên kurdî ên sala 1946`an, belku vê carê parêzgeha Kurdistanê û hindek bajarên Kirmaşanê jî kuntrol kirin.
PDKÎ pênc bajarên kurdî ên parêzgeha Azerbaycana Rojava ku pêk dihatin ji Mehabad û Bokan û Serdeşt û Pîranşar û Şino, bi tewahî kuntrol kir, ku yekemîn civîna eşkere ku PDKÎ li Mehabadê girt, nêzî 100 hezar kurdî tê de kom bûn, ku tê de rêberê vê partiyê Ebdulrehman Qasimlo got: “PDKÎ avakerê Komara Kurdistanê yekemîn dewleta kurdî li dîroka nû (modern) di dîroka Kurdistanê de ye” (Bêhrûz, Youtub 2016). Berdewamiyek ji nasyonalîzma kurd li Komara Kurdistanê a 1945`an heya şoreşa 1979`an dihate dîtin. Piştî şoreşa 1979`an kurd wek kêmaniyeke etnîkî a xwedî rêkxistina siyasî û leşkerî a herî bihêz li Îranê derket. Di yekemîn hilbijartina azad a Meclisa Xibrigan ku bo nivîsîna yasaya bingehîn bi re ve çû, Dr. Qasimlo di vê hilbijartinê a li parêzgeha Azerbaycana Rojava de de serkevtin bi dest xist. Ew take endamê sekolar ê wê meclisê bû, lê bi sedema gefa kuştinê ji aliyê Xomêynî ve neçû Tehranê (Rehmanî, 2018). Di vê qonaxê de çend hokaran tirk tûj kirin ku mil bi milê farsan xwe li dijî kurdan organîze bikin. Xomêynî wek rêberê herî karîzma ê şoreşa Îranê pêdagirî li ser Îslamê û di kiryarê de li ser mesebê şî`e dikir, lewra tirkan dikarîn xwe di gotara Xomêynî de bibînin. Xomêynî berî qahîmkirina pêpikên rejîma xwe, ji riya diruşmên poplîstî ên xwe wek elekterîka belaş û parvekirina wekhev a dahata petrola Îranê di nav hemû Îraniyan de, grûpên cuda ên etnîkî û îdeolojîkî bo aliyê xwe rakêşan (Întixabîferd 2014). Dema ku tirk bi rêbertiya Ayetullah Kazim Şerî`etmedarî li hemberî hikûmeta navendî de sekinîn, Xomêynî gef li wan xwar ku dê wek Kurdistanê wan jî serkut bike (Şerî`etmedarî 2019). Ku wisa bû Xomêynî bi birêvebirina hem xapandin û hem jî be`ecandinê tirkên azerbaycanî serkut kirin. Di warê siyasî de tirkan ger hezkirina kurdan a bo otonomiyê wek gef jî nehesibandibana, lê wek projeyekê didîtin ku pêwendî bi qedera wan ve nebeû. Herwiha zalbûna leşkerî a kurdan li parêzgeha Azerbaycana Rojava bû sedema vê ku tirk hawara xwe bibin ber farsan, da ku balansa leşkerî li vê parêzgehê di berjewendiya xwe de biguherin.
Şerê navxweyî li bajarê têkel ê Nexedê bû sedema destpêka organîzekirina leşkerî a tirkan li dijî kurdan. Şerê Nexedeyê wê demê dest pê kir ku PDKÎ civîneke hizbî li 20`ê Îlona 1979`an li bajarê Nexedeyê bi rê ve bir (Wirya, 2012). Nexede ji akinciyên kurd û tirkên azerbaycanî pêk hatiye ku tê de ew du netewe li cîrantiya hevdu de dijîn, heta niha jî taxên kurd û tirk li Nexedeyê ji hev cuda ne. PDKÎ bo vê civînê stadyomeke fûtbolê li taxeke tirkan li Nexedeyê hilbijart, û pişkeke zêde ji kurdan çekdar bûn. Li derveyî vê ku gelo mebesta PDKÎ çi bû, tirkan ew civîn wek nîşandana hêza siyasî û leşkerî a kurd li Nexedeyê hesibandin. Dema ku Dr. Qasimlo dest bi axaftina xwe kir, teqekirinê dest pê kir û şerekî sê rojî di navbera kurd û tirkan li wî bajarî rû da.
Herçend ku zanyariyeke hûr û bawerpêkirî li ser hejmara kuştî û birîndarên şerê Nexedeyê di ber dest de nîne, lê çend rojnameyek qala vê yekê dikin ku di nav herdu aliyan de bi sedan kesî hatin kuştin û çend hezar jî awareyî bajarên cîran bûn (Xoşhalî, r: 29-36). Di dawiyê de piştî sê rojan şerê di navbera kurd û tirkan de arteşa fars bi çekên giran kete nav bajaran û qedexeya hatûçûnê heya çend rojan sepand (Xoşhalî, r: 7-8). PDKÎ Ayetullah Xulamriza Hesenî kesayetiyê tirk ê şî`e ê bajarê Urmiyê tawanbar kir bi tûjkirina hindek ji tirkan bo vê ku civînê ber bi tundûtjiyê ve bibin (Xoşhalî, r: 29-30).
Hesenî piştre bû nûnerê Xomêynî li parêzgeha Azerbaycana Rojava, û heya dema mirinê di sala 2018`an de her di wê pêgehê de ma (Rûdaw 2018). Şerê Nexedeyê nîşan dide ku rewşeke nexatircemiya tenahiya navxweyî, wate tirsa tirkan ji hêza siyasî û leşkerî a kurd bi sedema lawaziya pêwedniya kurdan yan jî plana dewleta navendî, bû sdem ku şer di navbera herduk neteweyan li vî bajarê çêbû.
Dema ku kurdan nekarîn bigihîjin lihevkirinekê digel Xomêynî, hêzên farsan û partiyên kurd ên çekdar ketin nav şerekî leşkerî de.
Piştre ku şerê Îran û Îraqê dest pê kir, Xomêynî îraniyên şî`e organze kirin, bo vê ku li dijî êrîşa Sedam Husên ku rêberekî ereb ê sunî bû, şer bikin. Herdu şerên di navbera kurd û hikûmeta navendî û şerê Îran û Îraqê (1980-1988) derfet da farsan, ku tirkan li parêzgeha Azerbaycana Rojava û parêzgehên tirknişîn ên din bo palpiştiya hikûmeteke nû a fars a şî`e organize bikin.
Herêma Mukiryan birbireya piştê a şerê leşkerî ê PDKÎ li dijî hikûmeta navendî li salên 1980`an de bû. Li gor pirtûka navê şehîdên PDKÎ, ji sala 1979 heya 2007`an zêdetir ji 4 hezar pêşmergeyên vê partiyê şehîd bûne. %67 ji şehîdên PDKÎ di van salan de, ku dike nêzî 2700 pêşmerge, jidayîkbû û akinciyên parêzgeha Azerbaycana Rojava bûne. Xişteya hejmar 1, hejmara wan hêzan nîşan dide ku PDKÎ li bajarên cuda li çar parêzgehên Azerbaycana Rojava û Kurdistan û Kirmaşan û Îlamê de ji dest dane. Li gor xişteyê bi rêz 184, 182, 178, û 49 kes ji şehîdên PDKÎ ji sala 1979 heya 2007`an ser bi çar bajarên kêşe li ser ên wek Selmas, Nexede, Urmiye û Xoyê bûn. Ew serjimêrî nîşan didin ku kurdên parêzgeha Azerbaycana Rojava li şerê kurd li dijî deshilatê di salên 1980`an de beşdariyeke mezin hebûne.
Partiyên siyasî ên kurd di salên 1980`an de şerê xwe li dijî hikûmeta navendî dest pê kirin, lê bi sedema vê ku pevçûnên herî zêde li parêzgeha Azerbaycana Rojava rû dan, tirkên azerbaycanî xisareke zêde li wan ket. Bo hikûmeta navendî a fars bikarhînana akinciyên tirk ên xwecihî li parêzgeha Azerbaycana Rojava di biyavê lojîstîkî û aborî de, gelek baştir bû ji vê ku hêzên çekdar ên fars li parêzgehên navnedî ve bîne. Jiber ku tirkên azerbaycanî ji nakokiya digel kurdan xisareke zêde li wan ket, û kerb û kîneke kûr li dijî kurd di nav malbata qurbaniyên tirk ên azerî de pêk hat û vegeşiya. Di biyavê siyasî de bikarhînana tirkên azerbaycanî ji aliyê hikûmeta navendî a fars ve dijminatiya di navbera kurd û tirkên azerbaycanî de kûrtir kir.
Piştî şoreşa sala 1979`an hikûmeta navendî heya çendîn mehan lawaz bû, û qonaxeke din ji nexatircemiya tenahiya etnîkî a navxweyî li Îranê pêk hat. Kurd û tirk li Îranê awayek ji xwebirêveberiyê hebûn, û di dawiyê de wan grûpan diviya ku çarenûsa xwe, û dost û dijminên xwe bo vê qonaxê hilbijêrin. Digel vê ku kurd kêmaniya herî birêkxistinkirî a etnîkî di vê qonaxê de bûn, xwediyê ti stratejiyekê bo avakirina dostayetî û hevpeymaniya digel tirkên azerbaycanî nebû. Bi watayeke din di şerê kurd bo otonomiyê de pêgeha tirkên azerbaycanî û bi taybetî çarenûsa bajarên kêşe li ser li parêzgeha Azerbaycana Rojava di rewşa herî baş de nezelal bû. Hikûmeta navendî a fars vê carê wek farsê şî`e heman siyaseta hikûmeta fars a berê girte pêşiya xwe, û nakokî û netebahî xistin navbera tirk û kurdan de, û hewl dan bo tûjkirin û rêkxistina tirkan li dijî serhildana kurdan, û dijminayetiya di navbera van du neteweyan de kûrtir kirin.
Xişte 1:
Tirk di warê siyasî û leşkerî de neorganîzekirîtir ji kurdan bûn, ew yek jî bû sedem ku pişta xwe bi hêza farsan ve girê bidin. Bi vî awayî her heyameke kurt piştî şoreşa 1979`an kêşeya xakê di navbera kurd û tirk de dest pê kir.
Vegeşiyana netewexwaziya tirkên azerbaycanî: Pevçûna siyasî û kulturî digel fars û kurd
Piştî salên 1990`an hesta netewexwaziyê di nav tirkên azerbaycanî de geş bû, û wan dest kirin bi daxwazkirina mafên siyasî û kulturî ê zêde di nav Îranê de. Di salên 1990`an de herdu şerên Îran-Îraq û şerê çekdarî ê kurdan bi dawî hat. Piştî salên 1990`an tirk bona bidestxistina awayek ji mafê çarenivîsê wek federalîzm yan serbixweyiyê hindek partiyên siyasî ava kirin.
Di salên 1990`an de herdu komarên nû ên Azerbaycan û Tirkiyê di warê vegeşîna hesta netewexwaziyê di nav tirkên azerbaycanî li Îranê bandora xwe hebûn, bi taybetî serhildana Komara Azerbaycanê a serbixwe bandoreke zêde li ser tirkên azerî hebû. Di sala 1991`an de piştî herifîna Yekîtiya Sovyetê Komara Azerbaycanê alîkar bû bo vegeşiyana nasyonalîzmê di navbera tirkên Îranê de. Ew herêma ku niha wek welatê Azerbaycanê tê nasîn, piştî dorandina Îranê di şerekî de digel Rûsiyê di destpêka sedsala 19`an de, ew herêm xistin ser Împeratoriya Rûsiyê, û di sala 1991`an de piştî hiloşîna Yekîtiya Sovyetê serxwebûna xwe wergirt. Hêşta herdu tirkên azerbaycanî di navxwe a Komara Azerbaycanê û sînorên Îranê de bi zimanekî hevpar diaxifin. Herwisa piştî sala 1992`an gelek ji tirkên akinciyê Îranê ji riya setelaytê ve karîne ku li medyayên Tirkiyê binêrin, û bo yekem car wan wêneyeke erênî di nasnameya Tirkiyê de dît ku tê de tirk xwendewar û dewlemend bûn (Shaffer 2000, r: 463). Ew tê gihîştin ku hebûna welatekî tirkî wate Tirkiye ji Îraneke farsî pêşkevtîtir bû. Vê yekê baweriya bi xwe a tirkên nav Îranê bilind kir, û bîrokeya serdestiya çandî û siyasî a farsan lawaz kir.
Di çend dehikên derbazbûyî de tirkan dest bi organîzekirina nasyonalîstî kirin û Bizûtneweya Rabûna Neteweyî a Azerbaycana Başûr (SANAM) li 1995`an de li Bakûya paytexta Azerbaycanê hate avakirin û bo desteberkirina mafê tirkan li Îranê tekoşînê dike. Rêberê Sanamê Mehmûd Elî Çihrêganî di hilbijartina 1996`an a parlementoya Îranê de beşdarî kir û bi pêdagirîkirina li ser mafê etnîkî û zimanî ên azerbaycaniyan di bangewaza hilbijartinê de 6 hezar deng bi dest xistin. Hikûmeta navendî rê neda ku Çihrêganî here parlementoyê, û heya du salan ew destbiser kirin (Koknar, 2006). Vegeşiyana netewexwaziyê di nav tirkên Îranê de piştî salên 1990`an bû sedema pevçûna çandî û siyasî digel farsan, wek mînak di sala 2006`an de bi hezaran tirk li bajarên tirkakincî de li dijî karîkatorekê ku rojnameyeke dewletî a Îranê belav kiribû, xwenîşandanek li dar xistin. Karîkator a zarokekî bû ku digel sîsirkekê bi farsî diaxifî, û sîsirkê bi tirkî bersiv dida “mebesta te çi ye?” (Collins 2006). Herwiha Tiraktorsazî wek tîpeke topa pê li Tewrêzê bûye hêmayeke nasyonalîstî a tirkan û bi dehan hezar tirk di nav stadyoman de piştgiriya tîpa tiraktorsaziyê dikin (Souleimanov 2011, r: 26 -27). Di leyîzên Tiraktorsaziyê de gelek caran bi hezaran tirkên azerbaycanî komeke diruşman didin wek: “Tewrêz, Bakû, Enqere, riya me ji riya farsan cuda ye”, “Azerbaycan a me ye, Efxanistan jî a we ye”, û “Bijî Azerbaycan û ketin bo wan kesan e ku ji me hez nakin” (Souleimanov, E. and Kraus, 2017, r: 81).
Herwiha geşeya netewexwaziya tirkên azerbaycanî li Îranê alozî di navbera kurd û tirkan de zêde kir. Alozî û nakokiyên kurd-tirk piştî salên 1990`an bi awayekî serekî li parêzgeha Azerbaycana Rojava çirr dibe. Rêkxirawa Bergiriya Neteweyî a Azerbaycanê (ANRO) partiyeke siyasî a tirkan e ku di sala 2006`an de li derveyî Îranê hate avakirin, û bi tundî tirkan li dijî kurdan tûj dike. Piraniya endamên rêberiya Anro ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojava ne, Anro hejmarek rapor û namîlke li ser tevgera kurd li Îranê belav kirine. Di sala 2016`an de vê partiyê (r: 5-11) raporek li ser şoreşa 1979`an a li Nexedeyê belav kir, ku tê de PDKÎ tawanbar kir ku hewl daye li wî bajarî qirkirina etnîkî a akinciyên tirk bike. Di heman raporê de Anro behsê metirsiya qirkirina etnîkî a tirkan di siberojê de ji aliyê kurdan ve li parêzgeha Azerbaycana Rojava dike. Rapor amajeyê bi bûyerên piştî şerê navxweyî ê Sûriyê dike û dibêje: Piştî valahiya deshilatê li Sûriyê, hêzên YPG`ê hindek herêm ku piraniya wan ereb û tirkemen bûne kuntrol kirine, sinaryoyeke hemşêwe dikare bo tirkan li Azerbaycana Rojava jî rû bide, ger xwe teyar û amade nekin (r: 13-15). Her bi vî awayî Deyvîd Leyk pisporeke biyavê kêşeyên etnîkî tirsa giştî a grûpekê li hember siberojê wek hokareke sereke a kêşeyên etnîkî pênase dike. Partiya Anro agirê tirsa tirk ji tevgera kurd li parêzgeha Azerbaycana Rojava geş dike.
Herçend ku şerê çekdarî ê kurd di salên 1980`an de têk şikest jî, lê nasyonalîzma kurd li ser geşekirina siyasî û çandî a xwe berdewam bû. Geşeya netewexwaziyê di navbera herdu neteweyên kurd û tirk li Azerbaycana Rojava bûye sedema pêşbaziya wan du grûpan bo bidestxistina pêgehên hikûmetî ên wê parêzgehê. Li dawî aloziyên kurd-tirk li Gelawêja 2019`an Mihemed Hezretpûr serokê şarevaniya bajarê Urmiyê di rûniştinekê de digel endamên şoraya vî bajarî bi zimanê tirkî axifî. Dema ku Xalid Hatemî endamekî kurd ê vê şorayê daxwaz lê kir ku bi farsî biaxife, serokê şarevaniyê ew daxwaz ret kir û ew yek bû sedema şerê devkî di navbera endamên şoraya wî bajarî, û dijkiryareke zêde di nav torên civakî de li pey xwe hebû (BBC a farsî 2019). Komeke fars û kurd û tirkan bertek li hember vîdyoya vê civînê nîşan dan. Omîd Dana (2019) pan-farsekî tundrev ew vîdyo wek belge û mînak bi kar anî, ku bikarhînana zimanên nefarsî dibe sedema nakokiya etnîkî li Îranê, û a baş ew e ku hemû grûpên etnîkî li Îranê bi farsî biaxifin. Herwiha di programeke televîzyonî a IRANINTERNATIONAL (2019) de li ser vê civînê diyaloga navbera rojnamevanekî kurd û çalakekî siyasî ê tirk bilez hate guherîn bi axaftina li ser vê ku kîjan netewe piranî û xwediyê zêdetirîn xakê ye li parêzgeha Azerbaycana Rojava. Alozî li ser mafên zimanî ên di navbera kurd û tirkên azerbaycanî û farsan de tenê beşek e ji şerekî meztir li ser vê ku di nav parêzgehên ku piraniya akinciyên wê kurd yan tirk yan jî têkelawiyek ji kurd û tirk in, kîjan grûpî rewayiya wê heye ku bibe xwediyê xakê.
Çareseriya kêşeya etnîkî-xak li parêzgeha Azerbaycana Rojava
Li hember parêzgeha Azerbaycana Rojava hersê grûpên etnîkî ên fars û kurd û tirkên azerbaycanî xwe wek take mafdarê parêzgehê dizanin. Gelo kîjan grûp hêjayî vê ye ku mafê xakê li parêzgeha Azerbaycan Rojava wergire? Kîjan grûpa etnîkî hewce ye mafê vê yekê hebe ku ji çavkaniyên xwezayî ên vê parêzgehê sûdê wergire, û liv û tevgera kes û kelûpelan li wê parêzgehê kuntrol bike û damezraweyên siyasî li parêzgeha Azerbaycana Rojava ava bike. Bo bersivdana vê pirsa bingehîn, nivîser sûd ji pirtûka “Teoriyeke siyasî a xakê” a Moore wergirtiye. Moore (2015, r: 15-30) di navbera têgeh û çemkên milk (property) û xak (territory) cudahiyê didanê, ew behsê vê dike ku milk taybet e bi pêwendiya aborî a di navbera tak û wê beşê ji erdê, di demekê de ku xak girêdayî çanda aborî û siyasî a grûpekê ji xelkê ye bi zewî an herêmeke diyarîkirî. Mor (2015, r: 50-56) li ser vê baweriyê ye ku grûpekê mafê xwedîtiya xakekê heye, ger wê grûpê ew xaka ku di derbasbûyî de bi awayekî rewa bi dest xistiye, girêdaneke civakî û çandî digel vê xakê pêk anîbe, û di navbera endamên wê de îradeyeke bikom hebe, û ew grûp xwediyê dîrokekê ji xebata siyasî ye, an bi watayeke din Mor ser vê baweriyê ye ku grûpên çandî ku dîrokek ji xebat û rêkxistina wan a siyasî tuneye û di erdnîgariyeke pêkvegirêdayî de najîn, hewce ye ku tenê xwediyê mafê çandî û akincîbûnê bin. Bi baweriya wî bîrmendê siyasî grûpek demekê dikare daxwaza mafê xwedîtiyê bi ser xakekê de bike ku pêwendiya civakî-çandî û siyasî a bihêz digel wê xakê pêk anîbe.
Bi sûdwergirtin ji teoriya siyasî a xakê a Moore grûpa etnîkî a fars mafê rewa ê vê yekê nîne ku xwediyê mafê xakê be li wan parêzgehên Îranê ku piraniya akinciyên wê kurd û tirkên azerbaycanî ne, jiber ku ew di pêwendî digel wan parêzgehan de, wan pêwendiyeke leşkerî-aborî ava kirine, bêy vê ku pêwendiyeke civakî-çandî hebin. Fars di wan herêman de ku akinciyên wê piranî kurd û tirk in, kêmaniyeke piçûk ji koma rûniştiyên xwecihî pêk tînin û piraniya wan bi sedema aborî û karkirina di nav arteş û navendên dewletî de di wan herêmên nefars de dijîn. Piraniya wan farsên ku li parêzgehên nafars dijîn, wek mînak li parêzgeha Azerbaycana Rojava li wir ji dayîk nebûne yan li wir mezin nebûne, girêdayîbûna wan a çandî bi wan parêzgehan ve nîne, û bo deskevtên aborî koçberî wan parêzgehan bûne. Her bi heman şêweyî di dehikên piştre gelek ji kurd û tirkan bona bidestxistina derfeta kar û rewşa jiyana bêhtir koçî Tehranê kirine, û wan jî hêşta têkiliya çandî û civakî digel xaka Tehranê dirust nekirine, û behsê xwedîtiya xwe bi ser Tehranê de jî nakin. Lê akincîbûna kurd û tirkên Azerbaycanî li parêzgeha Azerbaycana Rojava vedigere bo sedan salî, û wan du neteweyan têkiliyeke civakî û çandî û siyasî digel vê xakê de ava kirine.
Dîroka siyasî a hevçerx di sedala bîstem heya vê serdemê nîşan dide ku herdu nasnameyên kurdî û tirkî bi derbasbûna demê guherîne, û rêberên tevgerên siyasî roleke sereke di formdan bi kêşeya xakê di navbera van du neteweyan li parêzgeha Azerbaycana Rojava de hebûn. Li salên 1920`an û piştre jî di dema şoreşa sala 1979`an a Îranê de rêberekî kurd û tirk nekarîn bo berjewendiya dualî û li dijî gefa hevpar a hikûmeta navendî a fars alîkariya hevdu bikin, lê wan du neteweyan di sala 1946`an de bi rêbertiya Ce`ifer Pîşewerî û Qazîmihemed hevpeymaniyek bo berbirûbûna gefeke hevpar a hikûmeta navendî a fars ava kirin û herdu neteweyên kurd û Tirk wek xwedîmafê xwedîtiya xakê li wê parêzgehê hatin hesibandin, bi watayeke din kêşeya xakê di navbera kurd û tirkan li parêzgeha Azerbaycana Rojava, ne li ser bingeha kerb û kîneke kevn a kûr di navbera van du neteweyan de belku bi sedema kiryara çalakên siyasî ên kurd û tirk û çêkirina duberekî û nakokiyê ji aliyê hikûmeta navendî a fars li serdema hevçerx de bû.
Berî serhildana qonaxeke din ji nexatircemiya tenahiya navxweyî di navbera kurd û tirkan de, nûnerên partiyên siyasî ên kurd û tirkên azerbaycanî dikarin li Ewropa yan Amerîkayê gotûbêjan bikin û radeyek ji têgihîştin û baweriyê di navbera xwe de derheqê kêşeya xakê li parêzgeha Azerbaycana Rojava dirust bikin. Kurd û Tirk li Îranê bangewaza xwedîtiyê bi ser çend parêzgehan li Îranê de dikin, lewra çareserkirina kêşeya xakê li parêzgehên Azerbaycana Rojava dikare bandoreke erênî a mezin hebe di warê pêşvebirina xebata wan du neteweyan li dijî hikûmeta niha a fars û asoyeke geştir li pêwendiyên di navbera van du neteweyan piştî herifîna hikûmeta navendî dirust bike.
Du neteweyên kurd û tirk bo çareserkirina kêşeya xakê li parêzgeha Azerbaycana Rojava hewce ye ku hewlê bo cîbicîkirina prensîpên jêrîn bidin.
1-Qebûlkirina vê yekê ku herduk neteweyên kurd û tirkên azerbaycanî xwedîtiya rewa ya xakê hene li parêzgeha Azerbaycana Rojava, û hewce ye ku eva bingehek be bo çareserkirina kêşeya xakê. Dema ku partiyên siyasî ên kurd û tirk vê parêzgehê wek Kurdistan an Azerbaycan pênase dikin, ew bingeha xwedîtiya hevpar a xakê li wê parêzgehê piştguh dixin.
2-Kurd û Tirk dikarin li hev bikin ku piştî herifîna hikûmeta navendî a fars birêveberiyeke hevpar a kurd-tirk li bajarên kêşe li ser li parêzgeha Azerbaycana Rojava hebe.
3-Kurd û tirk dikarin bi beşdariya aliyekî sêyem ku ti berjewendiyeke wê tê de nebe, hindek fakt û rastiyan li ser vê kêşeyê behs bikin, û diyalogê li ser komeke mîkanîzman bo çareserkirina vê kêşeyê bikin.
*Karnasê pilebilind ê têkiliyên navdewletî li zankoya wilayeta Missouri li Amerîkayê/ mamostayê rawêjkar: Dr. Deyvîd Romano
Note: Desteya Nivîskaran a Kovara TÎŞKê digel navnîşan û beşek ji naveroka vê gotarê hevhizir nîne. Gotar jî tenê wek boçûna nivîser û boçûneke cuda belav dibe.
Çavkanî:
Azerbaijan National Resistance Organization
(ANRO). (2014). A Brief Introduction.
Araz News, https://web.archive.org/
web/20170904205337/http://araznews.org/en/
archives/975
Azerbaijan National Resistance Organiza-
(tion (ARNOتوپــراق، بازخوانــی حــوادث جنگ ســولدوز
file:///C:/Users/Ahmed%20Hamza/OneDrive/
/Desktop/Kurds-Turks%20relation%20in%20Iran
بازخوانی%20حوادث%20جنگ%20سولدوز..pdf
Atabaki T. (2005). Ethnic Diversity and Territorial
Integrity of Iran: Domestic Harmony and
Regional Challenges. International Society of
Iranian Studies 38 (1), 23-44.
.)BBC Persian. (2019اختلاف شــهردار و عضو کرد شــورای
شهر ارومیە
https://www.bbc.com/persian/iran-49325227.
Brown, M. (1997). Nationalism and Ethnic
Conflict. London: The MIT Press.
.)Behruz, S. (2016بەشــێک لە وتاری شــەهید د.قاســملوو
لــە میتینگــی ئاشــکرابوونی خەباتــی حیزبــی دیموکــرات لــە
YouTube, https://www.youtube.com/ ,مەهابــاد
.watch?v=WytBDIZ1gfQ
Congressional Research Service. (2008). Iran:
Ethnic and Religious Minorities. https://digital.
library.unt.edu/ark:/67531/metadc795725/m1/1/
high_res_d/RL34021_2008Nov25.pdf.
Cronin, S. (2003). The Making of Modern Iran:
State and Society Under Riza Shah, 1921-1941.
Routledg
Collins, M. (2006). Iran Azeris Protest Over
Cartoon. BBC News, http://news.bbc.co.uk/2/hi/
middle_east/5024550.stm.
Entekhabifard, C. (2014). The Ayatollah’s Unkept
Promises. Aljazeera, https://www.aljazeera.
com/indepth/opinion/2014/02/ayatollah-unkeptpromises-20142375945717752.html.
Gellner, E. (1983). Nations and Nationalism.
Cornell University Press.
.(Hawrami, A. (2007ڕووداوەکانی رۆژهەلاتی کوردســتان لە
.Sulaimani: Zhin Center .بەڵگەنامەی سۆڤێتیدا
Hechter M. (1999). Internal Colonialism: the
Celtic fringe in British national development.
Transaction Publishers.
.(IranInternationl. (2019بررســی جنجال در شــورای شهر
ارومیە بر سر اســتفادە از زبان مادری در جلسات رسمی ://https
.www.youtube.com/watch?v=zm1CYtR501c
Isajiw, W. W. (1992). Definition and Dimensions
of Ethnicity: A Theoretical Framework. Published
in Challenges of Measuring an Ethnic World:
Science, Politics and Reality: Proceedings of the
Joint Canada-United States Conference on the
Measurement of Ethnicity.
.(Kasravi, A. (2007تاریخ هجدە سالە اذربایجان, .Tehran
Khatambakhsh, T. M. (1984). The role of Shaykh
Muhammad Khiyabani and the Democratic
Movement of Azerbaijan in the Socio-Political
History of Iran 1910-1920. The University of
Edinburgh.
Koohi-Kamali, F. (2003). The Political
Development of the Kurds in Iran. New York:
Palgrave Macmilan.
.Khoshhali, Bمجموعە مقالات,
file:///C:/Users/Ahmed%20Hamza/OneDrive/
Desktop/Kurds-Turks%20relation%20in%20Iran/
..pdfمقالات-بهزاد
Koknar, M. A. (2006). Iranian Azeris, A Giant
Minority. The Washington Institute, https://www.
washingtoninstitute.org/policy-analysis/view/
iranian-azeris-a-giant-minority.
McDowall, D. (2007). A Modern History of the
Kurds. New York: I.B.Tauris & Co Ltd.
Moore, M. (2015). A Political Theory of Territory.
Oxford University Press.
Nerwiy T. (2012). The Republic of Kurdistan,
1946. Leiden University.
.(Omid Dana. (2019توهین شهردار ارومیە بە نمایندە کرد,
YouTube, https://www.youtube.com/watch?v=-_
YEfd_J8H8.
Posen, B. (Spring 1993). The Security dilemma
and Ethnic Conflict. Survival 35 (1), p. 27-47.
, تنها لائیک مجلس خبرگان ).Rahmani, H. (2018
IranInternational, https://iranintl.com/%D8%A7%
D9%8A%D8%B1%D8%A7%D9%86/%DA%86
%D9%87%D8%B1%D9%87%E2%80%8C%D9
%BE%D8%B1%D8%AF%D8%A7%D8%B2%D
B%8C-%D8%AA%D9%86%D9%87%D8%A7-
%D9%84%D8%A7%D8-
%A6%DB%8C%DA%A9-
%D9%85%D8%AC%D9%84%D8%B3-%D8
%AE%D8%A8%D8%B1%DA%AF%D8%A7
%D9%86.
Roe, P. (1999). The Intrastate Security Dilemma:
Ethnic Conflict as a ‘Tragedy’? Journal of Peace
Research 36 (2), 183-202.
Roosevelt, A. (1947). The Kurdish Republic of
Mahabad. Middle East Journal 1 (3), 247-269.
.(Mobley, R. (1979پێوەندییەکانــی کۆمــاری کوردســتان
A Study of Relations Between The[ و ئازەربایجــان
Mahabad Republic and Azerbaijan Democratic
Republic: The Turbulent Alliance and Its Impact
Upon the Mahabad Republic of 1946[ (Hassan
.Ghazi, Trans). Washington D.C
Rudaw. (2018). Urmia Imam Known for Proregime Stances Passes Away. https://www.rudaw.
net/english/middleeast/iran/23052018.
Shaffer B. (2021). Iran IS More Than Persia.
Foundation For Defense of Democracies, https://
www.fdd.org/analysis/2021/04/28/iran-is-morethan-persia/.
Shaffer B. (2000). The Formation of Azerbaijani
Collective Identity in Iran. Nationalities Papers,
28 (3).
.(Sharihatmadari, H. (2019خواستە شاە از شریعەتمداری
Radio Farda, https://www.radiofarda. , چــە بــود؟
com/a/forty-years-forty-interviews-Hassan-Shari-
.atmadari-interview/29764152.html
Soleimani, K. (2017). The Kurdish image in
statist historiography: the case of Simko. Middle
East Studies 53 (6), 1-17.
Souleimanov, E. (2011). The Evolution of
Azerbaijani Identity and the Prospect of
Secessionism in Iranian Azerbaijan. Connections
11 (1), 77-84.
Souleimanov, E. and Kraus J. (2017). Iran’s
Azerbaijan Question in Evolution. Central AsiaCaucasus Institute Silk Road Studies Program.
Statistical Center of Iran. (2016). Selected Results
of the 2016 National Population and Housing
Census. https://www.amar.org.ir/Portals/1/
census/2016/Iran_Census_2016_Selected_
Results.pdf.
Statistical Center of Iran. (2016). Iran: West
Azerbaijan. Citypopulation, https://www.
citypopulation.de/en/iran/azarbayjanegharbi/.
Tang, S. (2015). The Onset of Ethnic War: A
General Theory. Sociological Theory, 33 (3),
256-279.
United Nations. (1999). Human Development
Report of the Islamic Republic of Iran. file:///C:/
Users/Ahmed%20Hamza/OneDrive/Desktop/
Kurds-Turks%20relation%20in%20Iran/
iran_1999_human%20development%20index.pdf.
Unrepresented Nations and Peoples Organization
(UNPO). (2018). Iranian Kurdistan. https://unpo.
org/members/7882.
Vali, A. (2011). Kurds and The State in Iran.
I.B.Tauris & Co Ltd.
Williams, P. and Goldstein, M.D., and Shafritz M.
J. (2006). Classic Readings and Contemporary
Debates in International Relations. University of
Pittsburg.
.(Wrya, Q. (2012لــزوم دیالوگ میان کردها و ترک ها, -htt
.ps://iranglobal.info/node/5074
* Ev mijara yekem car bi zimanê kurdî/soranî di kovara Tîşk hejmara 59-60`ê de hatiye weşandin. Bo xwendina deqa sereke a vê mijarê serdana vê lînkê bikin:
داگرتنی بابەت



